Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 7:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Hûn rʼind feʼm dikin xûşk-birano, ezê niha derheqa çida werʼa xeber dim, çimkî ez tʼevî wan xeber didim, yêd ku haş ji qanûnê hene: Qanûn ser mêriv haqas wext hʼukum dike, hʼeta ku meriv sax e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ma hûn nizanin, birano – çimkî ez ji yên ku Şerîetê dizanin re dibêjim – heta ku mirov sax e desthilatiya Şerîetê li ser wî heye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һун рʼьнд фәʼм дькьн хушк-бьрано, әзе ньһа дәрһәԛа чьда ԝәрʼа хәбәр дьм, чьмки әз тʼәви ԝан хәбәр дьдьм, йед кӧ һаш жь ԛануне һәнә: Ԛанун сәр мерьв һаԛас ԝәхт һʼӧкӧм дькә, һʼәта кӧ мәрьв сах ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 گَلی بِرایا، ما اون وِنَ نِزانِن - چون گو اَز بُ اَونه گو شِریعَته دِزانِن قِسَ دِگَم - گو شِریعَت تِنه حَتا وقته گو مِرُوَگ ساخَ، سَر وی حُکمه دِگَت؟

Gade chapit la Kopi




Romayî 7:1
12 Referans Kwoze  

Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi kʼîjanê em girtî bûn, ku em bi jîyîna nûye rʼuhʼanî xulamtîyê Xwedêrʼa bikin, ne ku bi rʼîya Qanûna nivîsar.


Hûn nizanin em ku yektîya Mesîh Îsada hatine nixumandinê, mirina Wîda hatine nixumandinê?


Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye.


Ji minrʼa bêjin, hûn ku dixwazin bin Qanûnêda bin, we nebihîstîye Qanûn çi dibêje?


Çimkî min xwexa dixwest nifirʼ li min bibûya, tʼêla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min,


Ez van tişta bi merivayî nabêjim. Ne Qanûn jî wê yekê dibêje?


Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.


Çimkî bi Mesîh Qanûn ser hevda hat, ku her bawermend bi wî rʼast bê hʼesabê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite