Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 5:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 lê belê Xwedê hezkirina xwe ya ji me bi vê kifş dike ku hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 ле бәле Хԝәде һʼьзкьрьна Хԝә һьндава мәда һьнге да кʼьфше, гава әмә һе гӧнәкʼар бун, Мәсиһ бона мә мьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بله خدا مُحبّتا خو راستا مَدا وِسا نیشان دِدَت گو وقته اَم هِشتا گُنَهکار بون، مسیحْ بَر خاطره مَ مِر.

Gade chapit la Kopi




Romayî 5:8
19 Referans Kwoze  

Tʼu hʼizkirin ser wê hʼizkirinêrʼa tʼune, ku yek eʼmirê xwe ber dostêd xweva bide.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Çimkî gava eme hê bêçʼare bûn, Mesîh bona me nepʼaka wextda mir.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Em bi vê yekê hʼizkirinê hʼesîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê.


Lê bona wê yekê rʼeʼm li min bû, wekî Mesîh Îsa ser min, çawa serê gunekʼara tʼemamîya sebira Xwe bide kʼifşê, çawa nexşek bona wan, yêd ku wê bawerîya xwe Wî bînin, jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînin.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Lê heger neheqîya me heqîya Xwedê dide kʼifşê, em çi bêjin? Wekî usa ye Xwedê neheq e, ku xezebê tîne serê me? (Bi merivayî xeber didim).


Degme bona merivekî rʼast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire,


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî eʼfirînekî mayîn dikare me ji hʼizkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa pʼara me kʼetîye.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Her serekkʼahînek bona qurban û hʼedîdayînê kʼifşkirî ye, awa gerekê tiştekî vî jî hebûya ku bida.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite