Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 5:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Ne bi vê tenê, lê belê em bi tengahiyên xwe jî pesnê xwe didin, çimkî em dizanin ku tengahî ragirtinê,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 У нә тʼәне бь ве йәке, ле әм бь тәнгасийед хԝә жи дьфьрʼьн, чьмки әм заньн кӧ тәнгаси сәбьре тинә,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 نه تِنه اَو یگَ، بَلگو اَم ناو زَجره خودا ژی شادیه دِگَن، بَر خاطره هِنده گو اَم دِزانِن زَجر، صَبره تینیت،

Gade chapit la Kopi




Romayî 5:3
21 Referans Kwoze  

Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin.


Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê rʼûmeta girane hʼeta-hʼetayêye bê himber.


Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin.


Awa ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nekʼevin, bona wan cefayêd ku ez bona we dikʼişînim. Evana bona rʼûmeta we ne.


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Eva kʼerema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku tʼenê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bikʼişînin.


Û ne tʼenê haqas, lê bi Xwedê jî em difirʼin, saya Xudanê xwe Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî em tʼevî Xwedê li hev hatine.


Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe.


Lê ne tʼenê ev bû, Rʼêvêka jî bi du kurʼa ji bavekî hʼemle derkʼet, awa gotî ji bavê me Îshaq.


û ne ku tʼenê haqas, lê usa jî ji alîyê civînada hate bijartinê, ku bibe hevalê wê rʼêwîtîya ku em kʼomekdayînêrʼa qulix dikin, bona rʼûmeta Xudan û wekî em dilxwestina xwe jî vê yekêda bidine kʼifşê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite