Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 5:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Awa bi vî awayî pê neheqîkê dîwana tʼemamîya merivayê bû, usa jî bi kirineke rʼast hʼemû meriv wê rʼast bêne hʼesabê û jîyînê bistînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Îcar ka çawa bi neheqiya yek mirovî, hemû mirov sûcdar derketin, wisa jî bi karê rastdariyê yê yekî, ji bo hemû mirovan rastdarî û jiyan hat.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Аԝа бь ви аԝайи пе нәһәԛике диԝана тʼәмамийа мәрьвайе бу, ӧса жи бь кьрьнәкә рʼаст һʼәму мәрьв ԝе рʼаст бенә һʼәсабе у жийине бьстиньн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 بَجا هَ وِسا گو تقصیرَگه تواوی مِرُو بِرِنَ بُ آلیه محکوم بونه، هَ وِسا ژی شُلَگه صالِح تواوی مِرُوان دِبَتَ بُ آلیه صالِح بون و ژیانه.

Gade chapit la Kopi




Romayî 5:18
17 Referans Kwoze  

Çawa hʼemûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî hʼemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin.


Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir.


Lê pʼêşkʼêşa Xwedê mîna neheqîya Adem nîne. Çimkî heger bi neheqîya merivekî gelek mirin, hê çiqas zêde kʼerema Xwedê û dayîna ku bi kʼerema Merivekî, yanê ya Îsa Mesîh ser geleka zêde bû.


Çawa bi neguhdarîya yekî gelek bûne gunekʼar, usa jî bi guhdarîya Yekî gelek wê rʼast bêne hʼesabê.


niha kʼî ku bawerîya xwe Îsa bîne wê bêsûc be.


Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta.


Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê.


Ew bona şeʼdetîyê hat, wekî bona Rʼonayê şeʼdetîyê bide, ku hʼemû pê wî bawer bikin.


Gava Ez ji eʼrdê berbi jor bême hildanê, Ezê hʼemûya berbi Xwe bikʼişînim».


Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Ew şagirt çûne cem Yûhʼenna û jêrʼa gotin: «Dersdar, Ewî ku li wî berî çʼemê Ûrdunê tʼevî te bû û te bona Wî şeʼdetî da, va Ew Xwexa dinixumîne û hʼemû diçine cem Wî».


Xwedê Ew kʼifş kiribû, ku Ew bi xûna Xwe li ber gunêd wan kʼeve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku rʼasthʼesabkirina Xwe bide kʼifşê, çimkî Wî bi sebira Xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê.


Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite