Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 4:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Çimkî soza ku ji Birahîm û dûndana wî re hat dayîn ku ewê dinyayê mîras bistîne, ne bi riya Şerîetê, lê bi riya rastdariya ku ji baweriyê tê, hat dayîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Әԝ созе Бьраһим у зӧрʼәта ԝирʼа һатә дайине кӧ дьнйайе ԝар бьн, нә кӧ бь кьред Ԛануне бу, ле бь ԝе йәке бу, кӧ ԝи баԝәр кьр у рʼаст һатә һʼәсабе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 چون اَو وَعدا گو بُ ابراهیم و نَسلا وی هاتَ دایین گو، بِبِنَ وَرَثه وه دُنیایه، بِ واسِطا شِریعَته نَهاتَ دایین، بَلگو بِ واسِطا وه صالِح بونه هاتَ دایین گو ژه ایمانه یَ.

Gade chapit la Kopi




Romayî 4:13
15 Referans Kwoze  

Û heger hûn pʼara Mesîh in, wekî usa ye zurʼeta Birahîm in û warêd wî sozî ne.


Awa gotî zarʼêd Xwedê ne ew in, yêd ku ji bedena tʼebîyetî ne, lê zarʼêd sozdayî wê zurʼet bêne hʼesabê.


Û em vê Mizgînîyê didine we: Çi ku Xwedê kal-bavêd merʼa soz dabû,


û usa jî bû bavê sinetbûyîya, ne ku tʼenê yê sinetbûyîya, lê yê wan jî, kʼîjan pʼêga wê bawerîyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me hê berî sinetbûnê bawer kir.


Lê Melkʼî-Sadiq ne ji rʼikʼinyata Lêwî bû, ewî ji Birahîm jî dehek stand û dua li wî kir, yê ku ji Xwedê soz standibû.


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite