Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 3:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Çimkî meva feʼmdarî ye, ku meriv bi bawerîyê rʼast hʼesab dibe, bêyî kirêd Qanûnê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

28 Çimkî bîr û baweriya me ev e ku mirov bêyî kirina Şerîetê, bi baweriyê rastdar derdikeve.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

28 Чьмки мәва фәʼмдари йә, кӧ мәрьв бь баԝәрийе рʼаст һʼәсаб дьбә, бейи кьред Ԛануне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 چون گو باواریا مَ اَوَیَ گو مِرُوَگ بِ واسِطا ایمانه صالِح دِتَ هَژمارتِن و نه بِ بَجی ایناندِنا عمله شِریعَته.

Gade chapit la Kopi




Romayî 3:28
20 Referans Kwoze  

wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin.


zanin ku meriv bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê, lê tʼenê bi Îsa Mesîh bawerkirinê. Me jî Mesîh Îsa bawer kir, wekî bi Mesîh bawerkirinê em rʼast bêne hʼesabê, ne ku bi kirêd Qanûnê, çimkî tʼu qûl-bende bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê.


Bi vî awayî Qanûn bû tʼerbetdarê me û em berbirʼî Mesîh anîn, ku em bi bawerîyê rʼast bêne hʼesabê.


Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe».


Hûn dibînin ku meriv bi kira rʼast tê hʼesabê, ne ku tʼenê bi bawerîyê?


Awa gotî Xwedê bi Îsa ev yek kir, wekî rʼasthʼesabkirina Xwe vî zemanîda bide kʼifşê, ku Xwexa rʼast e û her kesê ku bawerîya xwe Îsa tîne, wan rʼast hʼesab dike.


û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Lê heger gumana yekî ne ser şixulê wî ye, lê bawerîya xwe Wî tîne, Yê ku nepʼaka bêsûc dike, bi vê bawerîyê ew rʼast hʼesab dibe.


Ev yek ne ji kirina ye, wekî yek pʼeyê xwe bide.


Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me.


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim.


Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêhʼiş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite