Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 3:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Awa gotî Xwedê bi Îsa ev yek kir, wekî rʼasthʼesabkirina Xwe vî zemanîda bide kʼifşê, ku Xwexa rʼast e û her kesê ku bawerîya xwe Îsa tîne, wan rʼast hʼesab dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 Wî ev yek kir, da ku di dema niha de rastdariya xwe eşkere bike û ew bi xwe rastdar be û yê ku baweriyê bi Îsa bîne, rastdar derkeve.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Аԝа готи Хԝәде бь Иса әв йәк кьр, ԝәки рʼастһʼәсабкьрьна Хԝә ви зәманида бьдә кʼьфше, кӧ Хԝәха рʼаст ә у һәр кәсе кӧ баԝәрийа хԝә Иса тинә, ԝан рʼаст һʼәсаб дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 اَوَ قَوِمی گو عدالتا وی ناو وی زَمانَیی دا آشگَرا بیت، گو وِسا بوخو عادل بیت و اَوه گو ایمانه تینیتَ عیسی صالِح حساب گَت.

Gade chapit la Kopi




Romayî 3:26
16 Referans Kwoze  

Lê heger gumana yekî ne ser şixulê wî ye, lê bawerîya xwe Wî tîne, Yê ku nepʼaka bêsûc dike, bi vê bawerîyê ew rʼast hʼesab dibe.


çimkî Xwedê yek e û ew yêd sinetbûyî bi bawerîyê rʼast hʼesab dike û nesinetbûyîya jî dîsa bi wê bawerîyê.


Kʼî dikare bijartîyêd Xwedê gunekʼar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike.


û stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran: «Kirêd Te mezin û eʼcêb in Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê! Rʼîyêd Te rʼast û ser heqîyê ne, ya Pʼadşayê mileta.


Kurʼik mezin dibû û bi rʼuhʼ qewat digirt û hʼeta rʼoja Îsraêlêva xuya bû jî li berʼîyê dima.


Xwedê Ew kʼifş kiribû, ku Ew bi xûna Xwe li ber gunêd wan kʼeve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku rʼasthʼesabkirina Xwe bide kʼifşê, çimkî Wî bi sebira Xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê.


Awa îdî çi maye ku em pê bifirʼin? Hʼemû pʼûçʼ bû çû. Çima pʼûçʼ bû? Çimkî em Qanûnê diqedînin? Na xêr, lê çimkî em bawer dikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite