Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 3:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 çimkî hʼemûya gune kir û negihîştine rʼûmeta Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 чьмки һʼәмуйа гӧнә кьр у нәгьһиштьнә рʼумәта Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 چون گو همویا گُنَه گِرِنَ و ژه شُکوه و جلالا خدا گِم تینِن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 3:23
17 Referans Kwoze  

Awa em îdî çi bêjin? Em cihû tiştekîva ji necihûya çêtir in? Na xêr! Çimkî me îdî jor da kʼifşê, çawa cihû, usa jî necihû, hʼemû jî bin hʼukumê guneda ne.


Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê.


Çimkî Xwedê hʼemû kirine girtîyêd neguhdarîyê, wekî hʼemûya jî bê rʼeʼmê.


Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî Pʼadşatî û rʼûmeta Xwe kirine.


Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanarʼa dibêje, yêd ku bin hʼukumê Qanûnêda ne, wekî hʼemû dev bêne girêdanê û tʼemamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be.


Wê yekêrʼa Ewî bi Mizgînîdayîna me gazî we kir, ku bi vî awayî hûn rʼûmeta Xudanê me Îsa Mesîh bistînin.


Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.


Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Awa ew sozê ku bona kʼetina nava rʼihʼetîya Wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we tʼu kes ji wê rʼihʼetîyê nemîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite