Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 2:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Wê jiyana herheyî bide wan ên ku di kirinên qenc de bi bîhnfirehî li rûmet, siyanet û nemirinê digerin;

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Жийина һʼәта-һʼәтайе ԝе бьдә ԝан, йед кӧ тʼьме бь думька дьреж нава кьрьнед ԛәнщда нә, кӧ һӧрмәте, рʼумәте у нәмьрийе дьхԝазьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 اَو بُ اَونه گو بِ صَبره ناو گِرِنا شُله قَنج دا، دوو شُکوه و جلال و حُرمَت و نَمر بونه دانَ، دیه ژیانا اَبَدی بِدَت؛

Gade chapit la Kopi




Romayî 2:7
38 Referans Kwoze  

Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir.


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der.


Ez aha tʼexmîn dikim, ku cefê meyî vî zemanî, li ber rʼûmeta wê meva eʼyan be, ne tʼu tişt e.


Lê hurmet, rʼûmet û eʼdilayî wê wan hʼemûyarʼa be, yêd ku qencîyê dikin, pêşîyê cihûrʼa û paşê necihûrʼa.


Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna.


Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin?


Û bi vî awayî Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê.


Em naxwazin ku hûn xwerʼanedîtî bin, lê çʼeʼv bidine wan, yêd ku bi bawerîyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin.


Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hʼeta-hʼetayê ber tʼop dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevrʼa şa bin.


Bi vî awayî jî rʼabûna mirîya ye: Qalibê dêris tê çandinê, yê nedêris wê rʼabe.


Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li Pʼadşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be.


Bira kʼerem tʼevî wan hʼemûya be, yêd ku bi hʼizkirina bê xilazî Xudanê me Îsa Mesîh hʼiz dikin.


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Te hinek wext ew ji milyakʼeta nimiztir kir, bi rʼûmet û hurmetê ew tʼac kir,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite