Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 2:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Çimkî evana didine kʼifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şeʼdetîya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Ew nîşan didin ku daxwaza Şerîetê di dilê wan de nivîsî ye. Wijdana wan jî ji wan re şahidiyê dike, çimkî fikrên wan, an wan sûcdar dikin, an jî carna wan diparêzin;

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Чьмки әвана дьдьнә кʼьфше, кӧ хԝәстьна Ԛануне дьле ԝанда ньвисар ә. Исафа ԝан жи шәʼдәтийа ве йәке дьдә у фькьред ԝан щарна ль ԝан нәһәԛ дькьн, щарна бесущ дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 اَو نیشان دِدَن گو عمله شِریعَته سَر دله وان هاتیَ نِویساندِن، هَ وِسا گو وجدانا وان ژی سَر وِنَ شَهادَته دِدَت و فِکره وان، اَوان محکوم دِگَن آن حتا اَوان تبرأ دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 2:15
18 Referans Kwoze  

Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine rʼayê. Û em Xwedêva jî eʼyan in, guman heye, ku em îsafa weva jî eʼyan in.


Her tişt hʼelal e bona hʼelala, lê hʼeram û nebawerarʼa tiştekî hʼelal tʼune, hʼeta aqil û îsafa wan jî hʼerʼimîne.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Ew hînkirin bi durʼûtîya derewîna dibin, îsafa kʼîjana kʼizirî ye.


Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,


Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez diceʼdînim hʼemû wextî bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê û meriva bim.


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Wana ku ev yek bihîst, ji mezina girtî yek-yek derkʼetin. Îsa tʼenê ma û kʼulfet jî li wir sekinî mabû.


Necihûyêd ku Qanûna wan tʼune, gava bê hʼemdê xwe xwestinêd Qanûnê diqedînin, belê ewe bê Qanûn in, xwexa bona xwe dibine qanûn.


Û yê binyatʼa xweda nesinetkirî ku Qanûnê diqedîne, wê dîwana te bike, ku tu xweyê nivîsar û sinetîyê yî, lê Qanûnê ditʼerʼibînî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite