Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 2:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Lê hurmet, rʼûmet û eʼdilayî wê wan hʼemûyarʼa be, yêd ku qencîyê dikin, pêşîyê cihûrʼa û paşê necihûrʼa.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Lê ji her kesê ku karê qenc dike re, rûmet, siyanet û aştî wê bê dayîn; pêşî ji Cihûyan re, hem jî ji miletên din re.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ле һӧрмәт, рʼумәт у әʼдьлайи ԝе ԝан һʼәмуйарʼа бә, йед кӧ ԛәнщийе дькьн, пешийе щьһурʼа у паше нәщьһурʼа.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بله بُ هَچی کَسه گو شُلا قَنج بِگَت، شُکوه و جلال و حُرمَت و آشتی و سِلامتی دیه بِتَ دایین، اَوِلی یهودی و پاشه یونانی.

Gade chapit la Kopi




Romayî 2:10
45 Referans Kwoze  

Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.


Axirîya fikira binyatʼa merivayê mirin e, lê axirîya fikira Rʼuhʼ jîyîn û eʼdilayî ye.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê».


Tu dibînî ku bawerîyê tʼevî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira bawerî kʼamil bû?


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Tengasî û zulmê ser wan hʼemûyada bê, yêd xirabîyê dikin, pêşîyê ser cihûya, paşê ser necihûya.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


Û eʼdilayîya Xwedê ku ji her hʼiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektîya Mesîh Îsada xwey ke.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in.


Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna.


Çima hʼukumê cêrʼker ser axê tʼune ku ji wê hʼerʼîya stirayî hin derdanêd bona rʼûmetê çêke, hin jî bona bêrʼûmetê?


Lê ji nav her miletîda, yê ku ji Wî xof dike û rʼastîyê dike li Wî qebûl e.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Û gava wext pêrʼa gihîşt, Ew bi tʼevî şandîya li ser sifrê rʼûnişt


û got: «Xwezî te hema îro bizanibûya eʼdilayîya te çiva girêdayî ye! Lê niha ji ber çʼeʼvê te hate veşartinê.


Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan hʼişyar bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide rʼûniştandinê û berdestîyê wanrʼa bike.


û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».


Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegerʼe.


Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe.


Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Te hinek wext ew ji milyakʼeta nimiztir kir, bi rʼûmet û hurmetê ew tʼac kir,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite