Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 16:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Silavê bidine Apêlîs, ku bona Mesîh yekî kʼetî-rʼabûyî ye. Silavê bidine mala Arîstopolo.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Silavan li Apêlîs ê ku bi Mesîh hatiye erêkirin, bikin. Silavan li maliyên Arîstopolos bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Сьлаве бьдьнә Апелис, кӧ бона Мәсиһ йәки кʼәти-рʼабуйи йә. Сьлаве бьдьнә мала Аристополо.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 سِلاوا بِگَهَشِنینَ آپِلیس گو ژه امتحانا خو ناو مسیحْ دا سَربِلند دَرکَوتیَ. سِلاوا بِگَهَشِنینَ خانوادا آریستوبولُسه.

Gade chapit la Kopi




Romayî 16:10
15 Referans Kwoze  

Kʼê bi van xulamtîyê Mesîhrʼa dike, ew li Xwedê xweş tê û dibe şîrinê meriva.


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Û evana jî bira pêşda bêne cêrʼibandinê, heger tiştek ser wan tʼunebe, hingê bira berdestîyê bikin.


Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa.


Em tʼevî wan her du bira, birakî xweyî din jî dişînin, yê ku me gelek tiştîda ew cêrʼibandîye û tʼimê jî xîretkʼêş dîtîye û niha jî hê xîretkʼêş e hindava weda, çimkî ew gelekî weda guman e.


Hema bona wê yekê jî min nivîsîye, wekî we bicêrʼibînim bizanibim kʼa hûn her tiştîda guhdar in.


Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin.


Silavê bide Priskîlayê û Akîla, usa jî mala Onîsîforo,


Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


Silavê bidine Priskîlayê û Akîla, heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada.


Silavê bidine Endronîko û Yûnyasê pismam û hevalêd mine kelêda. Ew nava şandîyada eʼyan in û berî min bawerîya xwe Mesîh anîne.


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Ez bawermendekî Mesîh nas dikim, çardeh sal pêşda, (nizanim qalibda bû, nizanim bê qalib bû, ew Xwedê zane), hʼeta eʼzmanê sisîya hate hilatinê.


Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez rʼû bi rʼû nas nedikirim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite