Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 15:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Çimkî ez werʼa dibêjim, ku Mesîh bû xizmetkʼarê cihûya, bona aminîya Xwedê eʼyan ke, wekî ew sozê kal-bavarʼa hatîye dayînê, mak ke

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Ez ji we re dibêjim ku Mesîh di ber rastiya Xwedê de, ji Cihûyan re bû xizmetkar, da ku sozên ji bav û kalan re rast derîne

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Чьмки әз ԝәрʼа дьбежьм, кӧ Мәсиһ бу хьзмәткʼаре щьһуйа, бона амьнийа Хԝәде әʼйан кә, ԝәки әԝ созе кал-баварʼа һатийә дайине, мак кә

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 چون اَز بُ وَ دِبِژِم گو مسیحْ، بُ نیشان دایینا راستیا خدا، بو خِذمَتکاره اَونه هاتی سُنَت گِرِن آنی یهودیا گو اَو وَعده گو بُ اَجداده مَ هاتنَ دایین تأیید گَت،

Gade chapit la Kopi




Romayî 15:8
29 Referans Kwoze  

Ewî cab da û got: «Ez tʼenê bona pezêd mala Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê».


Ew hate ser warê Xwe, lê cimeʼta Wî Ew qebûl nekir.


Çimkî hʼemû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh «Belê» ne, lema jî em bi Wî «Amîn» dibêjin, bona rʼûmeta Xwedê.


Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be.


Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê?


Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


Çawa we jî wextekê guhdarîya Xwedê nedikir, lê niha bi neguhdarîya wana we rʼeʼm dît,


Awa dîna xwe bide şîrinayî û hʼişkîya Xwedê, Ew hʼişk e hindava ji rʼêkʼetîyada û şîrin e hindava teda, heger nava şîrinayîyêda bimînî. Lê heger na, tê jî bêyî birʼînê.


Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,


Awa gotî Xwedê bi Îsa ev yek kir, wekî rʼasthʼesabkirina Xwe vî zemanîda bide kʼifşê, ku Xwexa rʼast e û her kesê ku bawerîya xwe Îsa tîne, wan rʼast hʼesab dike.


Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li Pʼadşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be.


Gotina min ne bona fikara îsafa we ye, lê ya hevalê we.) Çima gerekê azayîya min bona fikara îsafa yekî mayîn bê lomekʼarkirinê?


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Belê ez çi bêjim? Gelo pʼût ji xwe tiştek e, yan qurbanêd pʼûtarʼa têne dayînê berga tiştekî digirin?


Awa gotî dixwazim bêjim, wekî nava weda yek dibêje: «Ez Pawlosî me», yek dibêje: «Ez Apoloyî me», yek jî dibêje: «Ez Petrûsî me» û yekî din jî dibêje: «Ez Mesîhî me».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite