Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 15:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh û wê hʼizkirina ji Rʼuhʼ, wekî hûn bi duayêd xweye li ber Xwedê tʼevî şerʼkʼarîya min bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 Birano, ez bi Xudanê me Îsa Mesîh û bi hezkirina Ruh ji we hêvî dikim ku hûn bi min re, li ber Xwedê bi xîret ji bo min dua bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 Әз һиви жь ԝә дькьм хушк-бьрано, бь сайа Хӧдане мә Иса Мәсиһ у ԝе һʼьзкьрьна жь Рʼӧһʼ, ԝәки һун бь дӧайед хԝәйә ль бәр Хԝәде тʼәви шәрʼкʼарийа мьн бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 گَلی بِرایا، بَر خاطره خادیه مَ عیسیْ مسیحْ و مُحبّتا رِحا خدا اَز لاواهیا وَ دِگَم گو بُ مِن بِ دعا گِرِنه بُ درگاها خدا گَل مِدا سَعیه بِگَن،

Gade chapit la Kopi




Romayî 15:30
16 Referans Kwoze  

Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


bi alîkʼarîya wan duayêd ku hûn bona me dikin. Bi vî awayî bi saya duayêd geleka kʼerem wê merʼa bê dayînê û gelekê bona me şikirîyê bidine Xwedê.


Xûşk-birano, bona me jî dua bikin.


Çimkî eme ku sax in, bona Îsa mirinêrʼa têne dayînê, wekî jîyîna Îsa jî qalibê meyî mirîda kʼifş be.


Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.


Awa heger tʼevbûna weye tʼevî Mesîh bîna ber we ye, heger hʼizkirina Wî dil dide ber we, heger Rʼuhʼê Pîroz we dike yek, heger dilşewatî û rʼeʼma we heye,


Ez dixwazim hûn zanibin ku ez çi şerʼî dikim bona we, yêd Lawdikyayê û hʼemûyêd ku rʼû bi rʼû ez nedîtime.


Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.


Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî:


Ewî bona wê hʼizkirina ku Rʼuhʼ daye we merʼa got.


Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minrʼa bê dayînê, wekî mêrkʼîmî surʼa Mizgînîyê eʼyan kim,


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite