Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 15:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Lê alîkîva min turuş kir werʼa nivîsî, ku wan tişta bikime bîra we, bona wê kʼerema ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Dîsa jî bi wê kerema ku ji aliyê Xwedê ve ji min re hatiye dayîn, min bi dilawêrî li ser çend tiştan ji we re nivîsiye, da ku ez wan careke din bînim bîra we.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Ле аликива мьн тӧрӧш кьр ԝәрʼа ньвиси, кӧ ԝан тьшта бькьмә бира ԝә, бона ԝе кʼәрәма кӧ жь Хԝәдеда мьнрʼа һатийә дайине,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بله راستا هِندَ مَسَلادا مِن بِ گَلَک جِسارَته بُ وَ نِویسیَ گو بینمَ بیرا وَ، بَر خاطره وه لطفا گو خدا دایَ مِن،

Gade chapit la Kopi




Romayî 15:15
22 Referans Kwoze  

Ez bi wê kʼerema ku Xwedê da min, we her kesîrʼa dibêjim: Çiqas ji we dikʼeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê pʼarevekir, bifikire.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê,


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Ez van tişta werʼa dinivîsim, yêd ku bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedê tînin, wekî hûn bizanibin jîyîna weye hʼeta-hʼetayê heye.


Sebira Xudanê me xilazbûn hʼesab kin, çawa Pawlosê birê meyî delal jî bi wê serwaxtîya ku ji Xwedêda jêrʼa hatîye dayînê, werʼa nivîsî.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, hûn bi sebirê guh bidine van gotinêd mine dildayînî, çimkî min werʼa kin nivîsî.


Bike bîra cimeʼtê, ku gurʼa serwêr û hʼukumeta bikin, guhdar bin û bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî bin.


Van tişta bîne bîra cimeʼtê, li ber Xwedê bike deynê stûyê wan, ku ser xebera hevrʼa nekʼevine deʼwê. Ew kêrî tʼu kesî nayê, tʼenê mala guhdara xirab dike.


Bona wê yekê ez dikime bîra te, ku tu agirê pʼêşkʼêşa Xwedê hê gurʼ kî, ya ku bi destdanîna min terʼa hate dayînê.


Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite