Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 14:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Madem ku wisa ye, em bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Аԝа әм һьндава һәвда сәр нета әʼдьлайийе у баԝәри авакьрьне бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بَجا وَرِن اَم دوو وه دِشده دا بِن گو باعیثه آشتی و سِلامتی و آوا بونا یِگودو دِبیت.

Gade chapit la Kopi




Romayî 14:19
28 Referans Kwoze  

Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û kʼarê didine wan.


Çiqas ji dest we tê, tʼevî hʼemû meriva eʼdilayîyêda bin.


Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide.


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Xwê tiştekî qenc e. Lê heger xwê şorʼayîya xwe unda ke, hûnê çawa dîsa şorʼayîya wê bînine cî? Bira teʼma xwê nava weda be û bi hevrʼa eʼdilayîyêda bijîn».


Xwezî li wan, ku eʼdilayîyê dikin, çimkî ewê zarʼêd Xwedê bêne hʼesabê.


Bira ji xirabîyê vegerʼe, qencîyê bike û eʼdilayîyê bigerʼe, li pey wê herʼe.


Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.


çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin.


Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.


û guh nedine çʼilovîskîya û rʼeqema silsileta ku xilazîya wan tʼune. Ev yek hê şerʼ-deʼwa tʼevrʼadike, ne ku tʼivdîra Xwedêye ku bi bawerîyê tê naskirinê mîyaser dike.


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Lê heger nebawer biqete, bira biqete. Xûşk yan bira vê derecêda aza ye. Belê Xwedê gazî we eʼdilayîyê kir.


Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.


Dibêjin: «Her tişt eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt eʼdet e», lê her tişt ava nake.


Lê belê yê ku pʼêxembertîyê dike, ew mêrivrʼa xeber dide, bawerîya wan ava dike, dil dide ber wan û ber dilê wanda tê.


Ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, tʼenê bawerîya xwe ava dike, lê ewê ku pʼêxembertîyê dike, civînê pêva ava dike.


Ez dixwazim ku hûn hʼemû jî bi zimanêd xerîb xeber din, lê ez hê dixwazim ku hûn pʼêxembertîyê bikin, çimkî yê pʼêxembertîyê dike, ji yêd bi zimanêd xerîb xeber dide çêtir e, pêştirî wî wextê ku tê şirovekirinê, wekî civîn bê avakirinê.


Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite