Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 13:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Usa bijîn çawa rʼonaya rʼojê, bê kûçʼiksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, hʼeramîyê, şerʼûdîyê û hʼevsûdîyê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Wek ku bi roj e, em bi awayekî serfiraz rêve herin; ne bi kêfkirina bi harîtî û serxweşî, ne bi fuhûşî û şehwetê, ne bi pevçûn û ne jî bi çavnebariyê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ӧса бьжин чаԝа рʼонайа рʼоже, бе кучʼьксантийе, сәрхԝәшийе, бенамусийе, һʼәрамийе, шәрʼудийе у һʼәвсудийе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 وَرِن اَم بینا وان مِرُوه گو ناو روناهیا رُژوَدانَ دوز رِفتار گَن. اَم وقته خو بِ عیاشی و مَستیه، به ناموسی و به اَدبیه، شَر و حسادته خِسار نَگَن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 13:13
42 Referans Kwoze  

çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin.


Û bi şeravê serxweş nebin, ku eʼmirê mêriv pʼûçʼ dike, lê bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bin.


wekî pʼergalîya we tʼevî yêd derva meʼrîfetî be û hûn hʼewcê tiştekî nebin.


Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.


Awa binihêrʼin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfeʼma, lê mîna serwaxta.


Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî Pʼadşatî û rʼûmeta Xwe kirine.


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Hineka jî ji agir birʼevînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunekʼare mîna kʼinca lewitʼî ber çʼeʼvê we rʼeş be.


Ez pʼirʼ şa bûm, ku min ji zarʼêd te hinek dîtin, yêd ku nava rʼastîyêda dijîn, li gora wê tʼemîya ku me ji Bavê standîye.


Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye?


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Hûn jî wextekê teʼrî bûn, lê niha hûn ku pʼara Xudan in, rʼonayî ne. Awa mîna zarʼêd rʼonayê bijîn,


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


Awa kirêd binyatʼa însên eʼyan in: Bênamûsî, hʼeramî, toltî,


Evana ne serxweş in, çawa ku hûn difikirin, hê sibeh zû sihʼet nehe ye.


Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir.


Evana her du jî li ber Xwedê rʼast bûn û nav hʼemû tʼemî û qanûnêd Xudanda bêqusûr diçûn.


çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite