Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 13:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku çi wext e; êdî saet hat ku hûn ji xewê hişyar bibin, ji ber ku niha xilasiya me, ji dema ku me bawerî anî nêzîktir e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Ве йәке бькьн, чьмки һун заньн әв чь зәман ә. Ньһа иди ԝәхт ә һун жь хәԝе һʼьшйар бьн, чьмки ньһа хьлазбун һе незики мә йә, нә кӧ һьнге гава мә баԝәр кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 خِنجی وِنَ اون دِزانِن گو اون چه زَمانَیَگه دانَ. چون گو اَو سَعَت گَهَشتیَ گو اون ژه خَوه شار بِن. چون گو نَهَ ژه وه وقته گو مَ ایمان اینا، نجات بُ مَ نِیزوکتِرَ.

Gade chapit la Kopi




Romayî 13:11
25 Referans Kwoze  

Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Gava ev tişt destpêbibin, hûn rʼabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e».


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm û xelata Min destê Minda ye, wekî anegorî kirinêd her yekî bidime wî.


Ev hʼemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axirîya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê.


Lê serê sibehê dibêjin: ‹Îro hewa wê xweş nîbe, çimkî eʼzman xumam û sor e›. Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin ku hewayê çawa be, lê nîşanêd zemana eʼnene nakin.


Hûn jî sebir kin, gumana xwe unda nekin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.


Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin.


Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herʼin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna hʼelal û xwedênasîyêda bimeşin,


Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.


Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd pʼêxembertîyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e.


Serda jî minrʼa got: «Xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda veneşêre, çimkî wext nêzîk e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite