Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 12:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 heger xizmetkʼarî ye, bira nava xizmetkʼarîyêda bin, heger hînkirin e, bira pey hînkirinê bin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Eger xizmet e, bila xizmetê bike; eger mamoste ye, bila hîn bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 һәгәр хьзмәткʼари йә, бьра нава хьзмәткʼарийеда бьн, һәгәр һинкьрьн ә, бьра пәй һинкьрьне бьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 هَگو خِذمَت گِرِنَ، ناو خِذمَت گِرِنا خودا؛ اَوه گو دَرسه دِدَت، ناو دَرس دایینا خودا؛

Gade chapit la Kopi




Romayî 12:7
31 Referans Kwoze  

Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê rʼind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Li xulamê Xudan nakʼeve, ku şerʼ bike, lê hindava hʼemûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be,


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin.


Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhʼiz, hînkirinêda serxwe be,


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Û bêjine Arxîpo: «Bona wî qulixê ku te ji Xudan standîye, miqatî xwe bî, ku bînî sêrî».


Ewê hînî xebera Xwedê dibe, gerekê her tiştêd qenc tʼevî dersdarê xwe pʼar ke.


Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Hûn zanin ku min tʼu car xwe ji tiştêd kêrhatîye bona we nedaye paş, lê hʼemû werʼa gotine û aşkere mal bi mal hûn hîn kirine.


Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


cûrʼe-cûrʼe qulix jî hene, lê hema wî Xudanîrʼa qulix dikin,


Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite