Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 12:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Çiqas ji dest we tê, tʼevî hʼemû meriva eʼdilayîyêda bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Чьԛас жь дәст ԝә те, тʼәви һʼәму мәрьва әʼдьлайийеда бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 هَگو بِبیت، حَتا وه هِندا گو دَسته وَدایَ، گَل همو کَسه ناو صُلح و سِلامتیه دا بژین.

Gade chapit la Kopi




Romayî 12:18
24 Referans Kwoze  

Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.


Xwezî li wan, ku eʼdilayîyê dikin, çimkî ewê zarʼêd Xwedê bêne hʼesabê.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Xwê tiştekî qenc e. Lê heger xwê şorʼayîya xwe unda ke, hûnê çawa dîsa şorʼayîya wê bînine cî? Bira teʼma xwê nava weda be û bi hevrʼa eʼdilayîyêda bijîn».


Bira ji xirabîyê vegerʼe, qencîyê bike û eʼdilayîyê bigerʼe, li pey wê herʼe.


Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.


Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in.


Qedirê wana bi hʼizkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan. Hevrʼa tʼifaq bin.


Biceʼdînin, ku yektîya Rʼuhʼ pê hevgirêdana eʼdilayîyê xwey kin.


Xwezî li şkestîya, çimkî eʼrdê pʼara wan be.


Lê heger nebawer biqete, bira biqete. Xûşk yan bira vê derecêda aza ye. Belê Xwedê gazî we eʼdilayîyê kir.


hʼedîya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşîyê herʼe birê xwerʼa li hev were û paşê were hʼedîya xwe bide.


Awa ez bi dil û can dixwazim Mizgînîyê bidime we jî, yêd ku Rʼomayêda dimînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite