Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 12:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 destê xwe dirêjî cimeʼta Xwedêye destteng kin, pey mêvanhʼizîyê bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Ji hewcedariyên pîrozan re alîkar bin, xwe bidin mêvanperweriyê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 дәсте хԝә дьрежи щьмәʼта Хԝәдейә дәсттәнг кьн, пәй меванһʼьзийе бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 ناو آریکاری گِرِن بُ هَوجَییِت اَونه گو ایمان مسیحْ هَنَ دا بِبِنَ شِریگ و مِوانپَروَر بِن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 12:13
30 Referans Kwoze  

Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên.


Û gava hûn vî qulixî dikin, ne ku tʼenê kêmasîya cimeʼta Xwedê tʼijî dikin, lê ev yek dike ku Xwedêrʼa hê şikirdayîn zêde be.


Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Hindava hevda mêvanhʼiz bin, bîna xwe teng nekin.


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Mêvanhʼizîyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyakʼet qebûl kirin, lê pê nehʼesîyan.


Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhʼiz, hînkirinêda serxwe be,


bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin da Min, Ez tʼî bûm we av da Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl kirim,


Bona wê hʼizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cimeʼta Xwedê pê te rʼihʼet bûye.


lê mêvanhʼiz, xêrxwaz, aqilda giran, ser heqîyê, Xwedêrʼa dayî, xwegirtî.


Derheqa kʼomekdayîna cimeʼta Xwedêda ev tiştekî zêde ye, ku ez werʼa binivîsim.


Ewî ku li wî nihêrʼî, saw kʼete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyakʼet gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake.


ber pʼîyêd şandîya dadanîn û wana jî kʼêrʼa çi lazim bûya bela dikirin.


Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano,


yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê pʼarevedike, bira bi merʼdanî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike.


Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.


Delalo, tu şixulê xweda amin î, çi ku bona bira dikî, hʼeta ku yêd nenasrʼa jî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite