Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 12:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Hʼizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Һʼьзкьрьнеда чаԝа хушк-бьра сәр һәв шәԝат бьн, ԛәдьркьрьнеда жь һәвдӧ дәрбазтьр бьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بِ مُحبّتا بِراتیه هَژَ یِگودو بِگَن. ناو احترام خُدان گِرِن راستا یِگودو، پِش یِگودو بِکَوِن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 12:10
30 Referans Kwoze  

Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.


Delalno, heger Xwedê aha em hʼiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hʼiz bikin.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Qedirê hʼemûya bigirin xûşk-bira hʼiz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê pʼadşê bigirin.


Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê.


Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Ez tʼemîya vê yekê didim, ku hûn hevdu hʼiz bikin.


Awa kʼêrʼa çi dikʼeve, li wan vegerʼînin, kʼêrʼa xerc dikʼeve, xerc bidinê, kʼêrʼa selef dikʼevin, selefa bidinê, ji kʼê gerekê bitirsin, bitirsin, kʼêrʼa qedir dikʼeve, qedirê wî bigirin.


Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.


Lê çaxê te tʼeglîf dikin, herʼe cîyê jêrin rʼûnê, ku çaxê xweyê deʼwatê bê terʼa bêje: ‹Pismam, kʼerem ke, derbazî jorê be!› Hingê qedirê teyê ber çʼeʼvê hʼemû rʼûniştîya bilind be.


Lê nava weda gerekê usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite