Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 11:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Әз нахԝазьм хушк-бьрано, кӧ һун һаш жь ве сӧрʼе тʼӧнәбьн, кӧ һун хԝә дәԝса зана данәйньн. Пʼарәкә мьләте Исраеле ԝе сәрһʼьшк бьминә, һʼәта һʼәсабе ԝан нәщьһуйед кӧ ԝе хьлаз бьн тʼәмам бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 گَلی بِرایا، اَز ناخازِم گو اون ژه وه سِرّه غافل بِن - وِسا له نَیِت گو اون چاوه خودا، خو زانا بِزانِن - سِرّ اَوَیَ گو دله هِندَ مِرُوه بنی اسرائیله بویَ بَر، حَتا وه وقته گو هَژمارا کِفش بوییَ قَومه گو یهودی نینِن کامِل نجاته پَیدا گَن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 11:25
41 Referans Kwoze  

Ewê bi devê şûr bikʼevin û nav hʼemû miletada hêsîr bêne birinê. Orşelîmê jî ber pʼîyêd miletêd pʼûtpʼarist herʼe, hʼeta ku wextê wan mileta xilaz be.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Fikira we her kesî hindava hevda yek be, kʼubar-babax nîbin, lê tʼevî pʼerîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin.


Lê gava milyakʼetê hʼefta deng li borʼîyê xe, hingê wê ew surʼa tʼivdîra Xwedê bê sêrî, ya ku Wî eʼlamî xulamêd Xwe pʼêxembera kiribû».


Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,


û li ber hʼemûya vekim, ku çawa tʼivdîra surʼa Xwedê tê xebatê, ya ku hê dewrêd berêda cem Xwedêyê ku her tişt eʼfirandîye, veşartî mabû.


Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike».


Lê bira ev yek weva teʼrî nemîne, delalno: Cem Xudan rʼojek mîna hʼezar salî ye û hʼezar sal jî mîna rʼojekê ye.


Naxwazim xûşk-birano, ku hûn nizanibin wekî kal-bavêd me hʼemû jî bin sîya eʼwrda bûn û hʼemû jî Beʼra Sorrʼa derbaz bûn.


Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.


Lê niha çi ji pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî dikʼeve xûşk-birano, ez naxwazim ku hûn nezan bin.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Awa Xwedê kʼîjana dixwaze tê rʼeʼmê û kʼîjana dixwaze wan serhʼişk dike.


Heger neheqîya wan bû sebeb ku dinya dewletî be û kʼetina wan bû sebeb ku necihû dewletî bin, lê wê hê çiqas kʼar be gava tʼemamîya wan xilaz be!


Çimkî heger tu, necihû wekî binyatʼa xweda çʼiqilê zeytʼûna beyanî bûyî û hatî birʼîn, ser wê zeytʼûna qence ne ji binyatʼa xwe hatî servakirinê, lê hê çiqas rʼihʼet ewê ku çʼiqilêd binyatʼî ne, wê ser zeytʼûna xwe bêne servakirinê.


Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir.


Awa gerekê meriv me usa hʼesab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wekʼîlêd surʼêd Xwedê.


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Ewana feʼmêd xweda şûna rʼeşva çûn û ji jîyîna Xwedê dûr kʼetine, ji dest nezanîya nava xwe û serhʼişkîya xwe.


Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite