Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 11:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Xwedê dest ji cimeʼta Xwe nekir, kʼîjan pêşda bijartibû. Yan hûn nizanin serhatîya Êlyasda nivîsar çi dibêje çawa, wî şikîyatê Îsraêlê li Xwedê dikir digot?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Хԝәде дәст жь щьмәʼта Хԝә нәкьр, кʼижан пешда бьжартьбу. Йан һун ньзаньн сәрһатийа Елйасда ньвисар чь дьбежә чаԝа, ԝи шькийате Исраеле ль Хԝәде дькьр дьгот?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 خدا قَومه گو ژه بَرِوَ ناس گِر، رَد نَگِریَ. ما اون نِزانِن گو نِویسارا مُقدس راستا الیاس پِیغَمبَردا چه دِبِژیت؟ گو چاون الیاس، له ضِدّ بنی اسرائیله شِکایَتا خو دِبَتَ لاره خدا و دِبِژیت:

Gade chapit la Kopi




Romayî 11:2
24 Referans Kwoze  

Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna.


Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye.


Lê belê naqewime ku sozê Xwedê xêlif derê, çimkî ne ku ew hʼemû ne îsraêlî, yêd ku ji Îsraêl dinê kʼetine


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


û Harûnrʼa gotin: ‹Merʼa xwedêya çêke, ku pêşîya me kʼevin, çimkî ew Mûsayê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî›.


Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, tiştekî Teyî ku Tu pê avê bikʼişînî tʼune û bîr jî kʼûr e! De îjar Tê ava jîyînê ji kʼu derê bînî?


Îsa bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî ji Ûrdunê vegerʼîya, Rʼuhʼ berʼîyêda rʼêberîya Wî dikir,


Gelek cara û bi gelek cûrʼa Xwedê pêşda pê pʼêxembera kal-bavêd merʼa xeber daye,


Heger jîyîna vî qalibîda hê kʼarê dide şixulê min, ez nizanim kʼîjanî bibijêrim.


Ew Xudanê ku van tişta hê ji dewrêd berêda eʼyan kirîye dibêje›.


Çima hûn nizanin ku cimeʼta Xwedê wê dîwana dinê bike? Û heger bi destê we wê dîwana dinyayê bê kirinê, gelo hûn nikarin van pirsêd sivik jî safî kin?


Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we Kʼitêba Mûsada nexwendîye serhatîya dara dirʼîyêda ku çawa Xwedê Mûsarʼa dibêje: ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›?


Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê kʼêva diçin û gurʼa kʼê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gurʼa Wîda bin, diçine berbi rʼasthʼesabbûnê.


Lê heger yek Xwedê hʼiz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite