Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 10:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Lê belê ez dibêjim: Ma wan nebihîst? Belê, bêguman bihîstin; çimkî: «Dengê wan gihîşt tevahiya erdê û peyvên wan gihîştine kujên dinyayê.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Ле бәле әз дьпьрсьм: Гәло ԝана нә бьһист? Наԛәԝьмә. Чьмки ньвисар ә: «Дәнге ԝан тʼәмамийа әʼрде һьлда у хәбәра ԝан ль ԛӧлбед дьнйайе бәла бу».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 بله اَز پیسیار دِگَم، ما اَوان نَبیهیسته بون؟ بَراستی گو بیهیسته بون، چون گو زَبورا داووددا هاتیَ نِویساندِن: «دَنگا وان سَر تواوی عَردی پَخش بویَ، و قِسه وان گَهَشتیَ سَره دیَ دُنیایه.»

Gade chapit la Kopi




Romayî 10:18
23 Referans Kwoze  

Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê.


Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.


Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derkʼet bela bû, ne ku tʼenê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne hʼewce ye ku em tiştekî serda zêde kin.


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî.


Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».


Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn.


Lê min pêşîyê yêd Şamê, Orşelîmê û tʼemamîya tʼopraxêd Cihûstanêrʼa dannasîn kir, usa jî necihûyarʼa, ku tʼobe kin berbi Xwedê vegerʼin û kirêd qenc bikin, wekî bê kʼifşê ew ji gunekirinê vegerʼîyane.


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite