Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 10:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ле ԝе чаԝа гази Ԝи кьн, һәгәр баԝәрийа хԝә Ԝи нәанинә? Йан ԝе чаԝа баԝәрийа хԝә Ԝи биньн, һәгәр бона Ԝи нәбьһистьнә? Йан ԝе чаԝа бьбьһен, һәгәр хәбәр даннасин нәбә?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بَجا اَو چاون دِگارِن گاز مِرُوَگه بِگَن گو ایمان نَینانَ وی؟ و اَو چاون دِگارِن ایمانه بیننَ مِرُوَگه گو راستا ویدا چه جارا نَبیهیستِنَ؟ و چاون قِرارَ بِبیهیسِن هَگو مِرُوَگ بُ وان وَعظ نَگَت؟

Gade chapit la Kopi




Romayî 10:14
22 Referans Kwoze  

û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me.


Û bê bawerî tʼu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kʼîjan ku li Wî digerʼin.


Ewî gotê: «Ezê çawa bikaribim feʼm bikim, heger yek minrʼa şiroveneke?» Û hîvî ji Fîlîpo kir ku rʼabe rʼex wî rʼûnê.


Û duayê bi bawerîyê wê yê nexweş qenc ke û Xudan wê wî rʼake ser pʼîya. Û heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Belê we bona Wî bihîstîye jî û çawa yêd pʼara Îsa, hûn wê rʼastîya nava Wîda hîn bûne.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


û ji wan pirsî: «Gava we bawer kir, we Rʼuhʼê Pîroz stand?» Wana got: «Me qet nebihîstîye jî ku Rʼuhʼê Pîroz heye».


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Ewî pirsî û gotê: «Ez xulam, Ew Kʼî ye, wekî ez bawerîya xwe Wî bînim?»


Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî.


Wana jêrʼa got: ‹Kesekî em pʼale negirtin›. Ewî wanarʼa got: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite