Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 1:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Xwedê şeʼdê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kurʼê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Ew Xwedayê ku ez bi ruhê xwe di dayîna Mizgîniya Kurê wî de xizmetê jê re dikim, şahidê min e ku ez hergav di duayên xwe de bê rawestin we tînim bîra xwe

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Хԝәде шәʼде мьн ә, әԝ Хԝәдейе кӧ әз нава Мьзгинийа Кӧрʼе Ԝида бь дьл у щан хӧламтийе дькьм, әз һәр гав ԝә бир тиньм

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 چون اَو خدایه گو اَز بِ رِحا خو ناو شُلا انجیلا گوره ویدا خِذمَته دِگَم، شاهِده مِنَ گو اَز همو جاره دعایِت خودا به هِنده گو راوَستِم وَ تینِمَ بیراخو.

Gade chapit la Kopi




Romayî 1:9
34 Referans Kwoze  

Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Ez ji Xwedê rʼazî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa rʼihʼet Wîrʼa xulamtîyê dikim, her gav şev û rʼoj nava duayêd xweda te bîr tînim.


Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,


Lê ser minrʼa Xwedê şeʼde ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korintʼê.


Em şev û rʼoj bi dil û can rʼeca dikin, ku rʼûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we tʼijî kin.


Em her gav bona we hʼemûya rʼazîbûna xwe didine Xwedê, nava duayêd xweda tʼimê we bîr tînin.


Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e,


tʼimê nava hʼemû duayêd xweda, bona we hʼemûya bi dilê şa dua dikim,


Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyakʼetekî wî Xwedêyê ku ez pʼara Wî me û Wî dihʼebînim, minva xuya bû


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa.


Çi ku werʼa dinivîsim, ez ber Xwedê bêxêlif dibêjim.


Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku hʼeta-hʼetayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim.


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


Îdî Petrûs kelêda girtî bû, lê civînê bona wî bi dil û can, bi dua hîvî ji Xwedê dikir.


Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne».


Îsa meselek bona wê yekê şagirtarʼa got, wekî her gav dua bikin û aciz nebin


Mizgînîya Îsa Mesîhê Kurʼê Xwedê bi vî tiherî destpêbû:


Ez her gav ji Xwedêyê xwe rʼazî me, gava nava duayêd xweda te bîr tînim birayê Filîmon,


Ez şikirîya xwe Xwedêyê xwe tînim gava her gav we bîr tînim,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite