Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 1:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Berî her tiştî ez bi saya Îsa Mesîh, ji bo we hemûyan ji Xwedayê xwe re şikir dikim, çimkî li seranserê dinyayê li ser baweriya we tê gotin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Бәре пешьн әз бь дәсте Иса Мәсиһ бона ԝә һʼәмуйа рʼазибуне дьдьмә Хԝәдейе хԝә, чьмки баԝәрийа ԝә тʼәмамийа дьнйайеда те готьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 پِش هر دِشدَگه دا اَز بِ واسِطا عیسیْ مسیحْ، بَر خاطره وَ همویا شُکرا خدایه خو دِگَم چون گو دَنگا ایمانا وَ تواوی دُنیایه دا گَریایَ.

Gade chapit la Kopi




Romayî 1:8
25 Referans Kwoze  

Guhdarîya we nav hʼemûyada bi nav û deng e û ez bona we şa me, lê dixwazim ku hûn serwaxt bin hindava qencîyêda û dilsax bin hindava xirabîyêda.


Ez her gav bona we şikirîyê didime Xwedêyê xwe, bona wê kʼerema Wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa werʼa hatîye dayînê.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


De werin em bi saya Wî tʼimê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê Wî îqrar dikin.


Em tʼimê gava bona we dua dikin, şikirîya xwe li Xwedêyê Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh tînin,


Ez şikirîya xwe Xwedêyê xwe tînim gava her gav we bîr tînim,


Bona vê yekê min ji hingêva ku bona bawerîya weye ser Xudan Îsa û ew hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye,


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.


Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.


şikir ji Wîrʼa nava civînêda, bi saya Mesîh Îsa, hʼemû zemanîda, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû.


Wan rʼojada ji Awgûstoyê Qeyser eʼmir derkʼet, ku hʼemû merivêd Împêratorîya Rʼomayê bêne navnivîsarê.


Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».


Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


bona we min dest ji şikirdayînê nekʼişandîye. Ez tʼimê nava duayêd xweda we bîr tînim,


Em her gav bona we hʼemûya rʼazîbûna xwe didine Xwedê, nava duayêd xweda tʼimê we bîr tînin.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Ez ji Xwedê rʼazî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa rʼihʼet Wîrʼa xulamtîyê dikim, her gav şev û rʼoj nava duayêd xweda te bîr tînim.


Ez her gav ji Xwedêyê xwe rʼazî me, gava nava duayêd xweda te bîr tînim birayê Filîmon,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite