Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 1:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Hûn jî nava wanda hatine gazîkirinê, ku bibine pʼara Îsa Mesîh.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Hûn jî di nav gazîkiriyên Îsa Mesîh de ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Һун жи нава ԝанда һатьнә газикьрьне, кӧ бьбьнә пʼара Иса Мәсиһ.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 اون ژی ناو اَونه هاتی گازی گِرِن دانَ گو بِبِنَ یه عیسیْ مسیحْ.

Gade chapit la Kopi




Romayî 1:6
16 Referans Kwoze  

Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Amin e ew Xwedêyê ku gazî we kir, wekî hûn tʼevî Kurʼê Wî Îsa Mesîhê Xudanê me bin.


Belê hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, çimkî Mesîh xwexa jî bona we cefa kʼişand û nexşek werʼa hişt, wekî hûn pʼêgeha Wîda herʼin.


Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêrʼa gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kʼerema Xwe. Eva kʼerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda merʼa hate dayînê.


Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


Wê yekêrʼa Ewî bi Mizgînîdayîna me gazî we kir, ku bi vî awayî hûn rʼûmeta Xudanê me Îsa Mesîh bistînin.


Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî Pʼadşatî û rʼûmeta Xwe kirine.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Ez eʼcêbmayî dimînim, ku hûn usa zû pişta xwe didine Xwedêyê ku bi saya kʼerema Mesîh gazî we kir û berê xwe didine mizgînîke din.


Û ew derdanêd gazîkirî em in, ne ku tʼenê ji cihûya, lê ji necihûya jî,


Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn,


Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite