Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 1:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 buxdanbêj, nexwedêhʼiz, bêşerm, pozbilind, kʼubar-babax, yê xirabîyê çêdike, ne gurʼa dê-bavada,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 ketmê dikin, ji Xwedê nefret dikin, serxweçûyî ne, pozbilind û pesinker in, karên xerab saz dikin û bi ya dê û bavê xwe nakin,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 бӧхданбеж, нәхԝәдеһʼьз, бешәрм, позбьльнд, кʼӧбар-бабах, йе хьрабийе чедькә, нә гӧрʼа де-бавада,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 بُختانگَرِن، نَفرَته خدا دِگَن، به شَرمِن، مغرورِن و خو مَزِن دِگَن، بُ گِرِنا شُلا پیس رِیا پَیدا دِگَن و گوهه خو نادَنَ داییگ و بابه خو.

Gade chapit la Kopi




Romayî 1:30
42 Referans Kwoze  

Merivê bibine xwehʼiz, pʼerehʼiz, kʼubar, babax, buxdanbêj, ne gurʼa dê-bavada, bêşêkir, hʼeram,


Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Lê hûn bi kʼubar-babaxîya xwe difirʼin. Her pʼeydayîneke aha xirabî ye.


Usa jî ziman endemekî biçʼûk e, lê tiştêd ji xwe mestir dibêje. Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne!


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne hʼesabê yan têne hʼebandinê bisekine û xwe ser her tiştîrʼa bigire, hʼeta ku pʼaristgeha Xwedêda jî wê rʼûnê û eʼlam ke, ku xwexa Xwedê ye.


Em ji sînor dernayên û pê xebata hinekêd din nafirʼin. Lê em wê gumanê ne, ku bawerîya we bigihîje, weke wê dayîna ku me standîye, xebata me jî nava weda hê zêde berfire be.


Awa îdî çi maye ku em pê bifirʼin? Hʼemû pʼûçʼ bû çû. Çima pʼûçʼ bû? Çimkî em Qanûnê diqedînin? Na xêr, lê çimkî em bawer dikin.


Bi Qanûnê difirʼî, lê Qanûnê ditʼerʼibînî, Xwedê bêhurmet dikî?


Awa tu cihû têyî hʼesabê, te xwe spartîye Qanûnê û bi Xwedêyê xwe difirʼî,


Wextekê Tʼewdas pêşda hat, ku xwe danîbû dewsa yekî mezin û weke çarsid merivî jî xwe lê girtibûn, ew hate kuştinê, hʼemû peyçûyêd wî jî tʼûrʼ-tʼûrʼî bûn û kes nema.


Dê û bavêd we, bira-pismam û dostêd we wê we bidine girtinê û ji we hineka jî wê bikujin.


Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Çimkî Xwedê got: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire› û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwerʼa bêje gerekê bê kuştinê›.


Dinya nikare bijene we, lê dijene Min, çimkî Ez şeʼdetîyê didim, ku kirêd wê xirab in.


Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite