Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 1:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Rʼast ji eʼfirandina dinyayêda hʼunurêd Wîye nexuya, awa gotî qudreta Wîye hʼeta-hʼetayê û Xwedêtîya Wî bi eʼfirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin. Loma hêceta wan tune.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Рʼаст жь әʼфьрандьна дьнйайеда һʼӧнӧред Ԝийә нәхӧйа, аԝа готи ԛӧдрәта Ԝийә һʼәта-һʼәтайе у Хԝәдетийа Ԝи бь әʼфьрина хӧйа дьбьн, зәлал тенә дитьне. Бь ви аԝайи кәс нькарә щабе бьдә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 چون گو ژه آفِراندِنا عالَمِوَ، خِصلَته وی گو بِ چاو ناینَ دیتِن، آنی قُدرَتا وی یا اَبَدی و ذاته وی یه الهی ناو وان دِشده آفِراندی دا دووهارِن. بَجا اَوان چه هِنجَت چِنینِن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 1:20
37 Referans Kwoze  

Çimkî çi ku gerekê bona Xwedê bizanibin wanva eʼyan e, çimkî Xwedê wanva eʼyan kirîye.


Çimkî evana didine kʼifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şeʼdetîya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin.


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Çimkî tʼemamîya binyatʼa Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye


lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?


Awa eʼvdo, dixwazî kʼî bî, gava loma dikî, tu nikarî xwe bêsûc kî. Çawa loma xelqê dikî, usa jî tu xwe lomekʼar dikî, çimkî tu ku loma dikî, xût wan tişta dikî.


Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa.


Tʼenê Ewî nemirî ye, nava rʼonayîyêda ye, ku tʼu kes nikare nêzîk bê. Tʼu qûl-benda Ew nedîtîye û ne jî dikare bibîne. Qedir û qudreta hʼeta-hʼetayê Wîrʼa be! Amîn.


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Awa ku em ji Xwedê bûne, gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêrʼ, zîv, yan kevirê ku bi hʼiş û hostatîya meriva hatine kʼolandinê.


Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma.


wekî hûn bibine zarʼêd Bavê xweyî Eʼzmana. Çimkî Ew teʼva Xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rʼasta, hin jî ser nerʼasta.


«Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim».


Lê serê sêrîda, wextê eʼfirandinê Xwedê ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin›.


Kʼanên serwaxt? Kʼanên zane? Kʼanên aqilmendêd vê dinyayê? Ne serwaxtîya vê dinyayê Xwedê kire bêhʼişî?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite