Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 1:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Awa gotî ez jî tʼevî we, em dil bidine ber hev, bi wê bawerîya min û weye her du alîyava.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 yanî em bi hev re, hûn bi baweriya min û ez bi baweriya we, em bên handan.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Аԝа готи әз жи тʼәви ԝә, әм дьл бьдьнә бәр һәв, бь ԝе баԝәрийа мьн у ԝәйә һәр дӧ алийава.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 آنی اَم پِگوَ بِ ایمانا یِگودو، اون بِ ایمانا مِن و اَز بِ ایمانا وَ، تشویق بِن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 1:12
17 Referans Kwoze  

Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Bona vê yekê dil hate ber me. Pêştirî wê berdilhatinêda, hê gelekî dil hate ber me bona şabûna Tîto, çimkî we hʼemûya dilê wî rʼihʼet kiribû.


Û bi vî awayî ezê bi eʼmirê Xwedê, bi dilekî şa bême cem we û hinekî tʼevî we hêsa bim.


Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Ez pʼirʼ şa bûm, ku min ji zarʼêd te hinek dîtin, yêd ku nava rʼastîyêda dijîn, li gora wê tʼemîya ku me ji Bavê standîye.


Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min.


Xudan yek e, bawerî yek e, nixumandin yek e,


gava herʼime Spanyayê. Awa gumana min heye, ku ezê ser rʼîya xwe serîkî li we xim û ji wir hûn min verʼêkin ez herʼime Spanyayê, gava bîna min hinekî pê we derê.


Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin.


Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite