Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 9:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Ew merivêd mayîne ku pê van bela nehatine kuştinê, ji wan pʼûtêd ku bi destêd xwe çêkiribûn venegerʼîyan. Wana destê xwe ji cinhʼebandinê, ji wan pʼûtêd zêrʼe, zîve, sifire, kevire, dare ku nabînin, nabihên û nagerʼin nekʼişandin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Û ew mirovên ku bi şûn de mabûn û bi van belayan nehatibûn kuştin, ji wan pûtên ku bi destên xwe çêdikirin, tobe nekirin. Dev ji perizîna cin û wan pûtan bernedan, yên ku zêrîn, zîvîn, tûncîn, kevirîn û darîn in û nabînin, nabihîzin û rêve naçin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Әԝ мәрьвед майинә кӧ пе ван бәла нәһатьнә кӧштьне, жь ԝан пʼутед кӧ бь дәстед хԝә чекьрьбун вәнәгәрʼийан. Ԝана дәсте хԝә жь щьнһʼәбандьне, жь ԝан пʼутед зерʼә, зивә, сьфьрә, кәвьрә, дарә кӧ набиньн, набьһен у нагәрʼьн нәкʼьшандьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 بَشَره بَجی مایی گو بِ وان بَلایانَ نَهاتنَ گُشتِن، نه ژه عمله دَسته خو تَوبَ گِرِن، نه ژه پَرستِش گِرِنا اَجنا دَست کِشان و نه ژی دَست ژه پَرستِش گِرِنا بُته گو بِ زِر و زیو و برُنز و بَر و دارا چه بِبون کِشان. اَو بُته گو نه دِگارِن بِبینِن، نه دِگارِن بِبیهیسِن و نه دِگارِن ره بِچِن.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 9:20
43 Referans Kwoze  

Usa jî ji kuştinê, sêrbazîyê, bênamûsîyê û dizîya xwe venegerʼîyan.


Rʼuhʼ aşkere dibêje, ku rʼojêd axirîyêda hinek wê ji bawerîyê bikʼevin, guh bidine rʼuhʼêd derewîn û hînkirinêd cina.


Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku tʼenê Efesêda, lê bawerîya we hebe tʼemamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cimeʼta tʼijî kirîye ji rʼê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›.


Hema wan rʼojada pʼûtekî mîna golika çêkirin, qurban wî pʼûtîrʼa dan û bona şixulê destê xwe kʼêf kirin.


Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin.


Awa ku em ji Xwedê bûne, gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêrʼ, zîv, yan kevirê ku bi hʼiş û hostatîya meriva hatine kʼolandinê.


Çimkî Yûhʼenna hat ku rʼîya rʼastîyê nîşanî we ke, we ew bawer nekir, lê xercgir û çʼeʼvdera ew bawer kirin. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukurʼ nehatin, ku we ew bawer bikira.


Milyakʼetê çara tʼasa xwe rʼête ser rʼoyê û wêrʼa hate dayînê, ku merivayê bi êgir biqelîne.


Çimkî qewata hespa dev û dêlêd wanda bûn. Dêlêd wan mîna meʼra bûn û serê wan hebûn, ku pê wan zirar didan.


Hingê min li eʼzmên nîşaneke dine mezin û ecêb dît, hʼeft milyakʼetêd xweyê hʼeft belayêd axirîyê pê kʼîjana wê xezeba Xwedê bihata sêrî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite