Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 9:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Wê dîtinokêda hesp û sîyarêd wan minva aha xuya bûn: Rʼengêd êlekzirihʼêd wan rʼengê sorî mîna êgir, şîrkî mîna qalçʼîçʼekê, qîçʼikî mîna kʼirkʼûtêda bûn. Serê hespêd wan mîna serê şêra bûn û ji devê wan agir, dû û kʼirkʼût derdikʼet.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Di dîtiniya ku min dît de hesp û siwarên wan bi vî awayî xuya dibûn: Zirxên wan hebûn ku bi rengê êgir, yaqûtê ezmanî û kewkurtê bûn. Serê hespên wan wek serê şêran bû. Ji devê wan agir, dûman û kewkurt derdiket.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Ԝе дитьнокеда һәсп у сийаред ԝан мьнва аһа хӧйа бун: Рʼәнгед еләкзьрьһʼед ԝан рʼәнге сори мина егьр, ширки мина ԛалчʼичʼәке, ԛичʼьки мина кʼьркʼутеда бун. Сәре һәспед ԝан мина сәре шера бун у жь дәве ԝан агьр, ду у кʼьркʼут дәрдькʼәт.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 هَسب و ساره گو مِن ناو دیتنا خودا دیتِن وِسا بون: سینگپارِزه گو بَر واندا بون سَر رَنگه آگِره سُر و شینه تاری و گوگرده زَر بون. سَره هَسبا بینا شِرا بو و ژه دَوْه وان آگِر و دوکَل و گوگرد دِدَرکَوت.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 9:17
16 Referans Kwoze  

Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


ewê ji wê şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av tʼevnekirî ye, kʼasa Wîye xezebêda dagirtî ye. Ewê li ber milyakʼetêd pîroz û li ber Berx agir û kʼirkʼûtêda cefê bikʼişîne.


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Heger merivek ku bixwaze zirarê bide wan, agir ji devê wan derdikʼeve, dijminêd wan hʼûfî xwe dike. Û heger merivek bixwaze zirarê bide wan, gerekê ew xwexa usa bê kuştinê.


Êlekzirihʼêd wan hebûn, mîna yêd hʼesinî, dengê baskêd wan mîna dengê wan eʼreba bûn, ku çawa gelek hesp wan dikʼişînin û dajone nava şêrʼ.


yê pênca sardonûksê sor, yê şeşa sardîyonê sorê teʼrî, yê hʼefta kevirê zêrʼîn, yê hʼeyşta zimrûdê şîn, yê neha topazê qîçʼik, yê deha xirîsoprasê kʼesk, yê yanzdeha yaqûtê şîrk, yê donzdeha amêstîsê şîrkê vekirî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite