Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 9:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Milyakʼetê pênca li borʼîyê xist û min dîna xwe dayê, va steyrkek ji eʼzmên kʼete ser rʼûyê eʼrdê û kʼilîta derê gelîyê hey-wayê wê steyrkêrʼa hate dayînê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Milyaketê pêncan li boriyê xist û min stêrek dît ku ji ezmên ketibû ser rûyê erdê. Û mifta deriyê kortala bêbinî ji stêrê re hat dayîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Мьлйакʼәте пенща ль борʼийе хьст у мьн дина хԝә дайе, ва стәйркәк жь әʼзмен кʼәтә сәр рʼуйе әʼрде у кʼьлита дәре гәлийе һәй-ԝайе ԝе стәйркерʼа һатә дайине.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 میلیاکَته پِنجه زِرنایا خو لِدا، و مِن سِتِرَگ دیت گو ژه اَسمانی کَته بو سَر رویه عَردی. کلیدا اَو بیرا به بِنَ عالَما مِریا، بُ وه سِتِره هاتَ دایین.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 9:1
20 Referans Kwoze  

Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.


Ewê derê gelîyê hey-wayê vekir, ji gelî dû-dûxan derkʼet mîna dûyê kʼûra mezin û rʼûyê rʼoyê û hewê girt.


yan: «Kʼê wê herʼe dîyarê mirîya?» (awa gotî Mesîh ji nava mirîya derxe).


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetek ji eʼzmên dihate xwarê, kʼilîta gelîyê hey-wayê û zincîreke mezin destê wîda bû.


Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe.


Û cina lava Wî dikir, ku eʼmir neke ew herʼine gelîyê hey-wayê.


Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê.


Hingê min ew her hʼeft milyakʼetêd ku li ber Xwedê sekinîbûn dîtin, wanrʼa hʼeft borʼî hatine dayînê.


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in.


Ewî wanarʼa got: «Min mîrêcin dît, çawa birûska ji eʼzmên jorda kʼetî.


Steyrkêd eʼzmên usa jorda kʼetine eʼrdê, çawa ku dara hêjîrê ji ber bayê qayîm dihʼeje û berêd wê jê diwarin.


Gava ewana şeʼdetîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ceʼnewirê ku ji gelîyê hey-wayê derdikʼeve, wê tʼevî wan şerʼ ke, wan bindest ke û bikuje.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite