Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 8:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Milyakʼetê duda li borʼîyê xist, tiştekî mezinî mîna çʼîyakî agir pêkʼetî hate avîtinê nava beʼrê. Û ji sê pʼara pʼareke beʼrê bû xûn,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Milyaketê diduyan li boriyê xist, tiştekî wek çiyayekî mezin ku bi êgir dişewitî hat avêtin nav deryayê û sêyeka deryayê bû xwîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Мьлйакʼәте дӧда ль борʼийе хьст, тьштәки мәзьни мина чʼийаки агьр пекʼәти һатә авитьне нава бәʼре. У жь се пʼара пʼарәкә бәʼре бу хун,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 میلیاکَته دویه زِرنایا خو لِدا، و دِشدَگ بینا چییایَگه مَزِن گو بِ آگِری دِشَوِتی، هاتَ هاوِتِن ناو بَحره دا و سه یادا یگ ژه بَحره بو خون.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 8:8
13 Referans Kwoze  

Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî ku vî çʼîyayîrʼa bêje: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê› û dudilî nebe, lê bawer bike ku gotina wî wê biqewime, usa jî wê bibe.


Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.


Hʼukumê van heye, ku rʼojêd pʼêxembertîya xweda eʼzmên dadin, wekî baran nebare. Usa jî hʼukumê wan li ser ava heye, ku wan bikine xûn û kʼengê jî bixwazin, dikarin her cûrʼe bela bînine serê dinê.


Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin.


Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê.


Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite