Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 8:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Milyakʼetekî din bixûrdanga zêrʼîn dêstda hat, li ber gorîgeha zêrʼîn sekinî. Wîrʼa gelek bixûr hate dayînê, wekî bi tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê dayne ser gorîgeha zêrʼîne li ber tʼextê Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Û milyaketekî din hat ku di destê wî de bixûrdanka zêrîn hebû û ew li ber Gorîgeha zêrîn rawesta. Gelek bixûr jê re hat dayîn, da ku li ser Gorîgeha zêrîn ya li ber text, bi duayên hemû pîrozan pêşkêş bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Мьлйакʼәтәки дьн бьхурданга зерʼин дестда һат, ль бәр горигәһа зерʼин сәкьни. Ԝирʼа гәләк бьхур һатә дайине, ԝәки бь тʼәви дӧайед щьмәʼта Хԝәде дайнә сәр горигәһа зерʼинә ль бәр тʼәхте Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 و میلیاکَتَگه دی هات و ناو قُربانگَهه دا راوَستا، اَوی بُخوردانکَکه زِر گَل خودا هَبو. گَلَک بُخور بُ وی هاتَ دایین گو اَوه بِ دعایه تواوی اَونه گو ایمان مسیحْ هَنَ پِشیا وه تَختی، سَر وه قُربانگَها زِر پِشکِش گَت.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 8:3
32 Referans Kwoze  

Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne.


Dûyê wê bixûrê tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê ji destê wî milyakʼetî berbi Xwedê bilind bû.


Û dema şewitandina bixûrê, tʼemamîya cimeʼtê derva dua dikir.


Milyakʼetê şeşa li borʼîyê xist û min dengek ji her çar stirûyêd gorîgeha zêrʼîne li ber Xwedê bihîst,


Têda bûn gorîgeha zêrʼîn bona şewitandina bixûrê, Sindoqa Peymanê, ya ku der û hindurʼva zêrʼkirî bû. Wê sindoqêda hebûn cêrʼê zêrʼîn bi manava tʼijî, şivdara Harûne ku gul da û selêd kevirîye peymanê.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.


Hingê min milyakʼetekî din jî dît ku ji rʼohilatê dihat û mora wîye ji Xwedêyê Sax hebû. Ewî bi dengekî bilind li wan her çar milyakʼeta kire gazî, yêd ku wanrʼa hatibû dayînê, ku zirarê bidine eʼrdê û beʼrê, wanrʼa got:


Çaxê Wî mora pênca vekir, min bin gorîgehêda rʼuhʼêd wan meriva dîtin, yêd ku bona Xebera Xwedê û bona şeʼdetîya ku dabûn hatibûne kuştinê.


Hingê min milyakʼetekî dinêyî zor dît ku ji eʼzmên dihate xwarê. Eʼwr lê wergirtî bû û kʼeskesor li sêrî bû, rʼûyê wî mîna rʼoyê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn.


Paşê milyakʼet ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser eʼrdê. Bû gurʼînîya dengêd eʼwra birûskê birq veda û eʼrd hʼejîya.


Wê hingê ji gorîgehê milyakʼetekî din derkʼet, ku hʼukumê wî li ser êgir hebû, ewî bi dengekî bilind li yê xweyê deʼsa tûj kire gazî û gotê: «Deʼsa xweye tûj bavêje gûşîyêd tirîyêd eʼrdê û biçine, çimkî tirîyêd wê îdî gihîştine».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite