Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 7:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Hingê ji wan rʼûspîya yekî minrʼa got: «Evêd ku çuxêd çîle-qerqaş wergirtî ne, ew kʼî ne û ji kʼu derê hatine?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Һьнге жь ԝан рʼуспийа йәки мьнрʼа гот: «Әвед кӧ чӧхед чилә-ԛәрԛаш ԝәргьрти нә, әԝ кʼи нә у жь кʼӧ дәре һатьнә?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 هِنگه یگ ژه وان رِدین سِپیا گاز مِن گِر و گُت: «اَونَ گو عبایه سِپی بَر واندانَ، که نَ و ژه کیدَره هاتنَ؟»

Gade chapit la Kopi




Peyxam 7:13
11 Referans Kwoze  

Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,


ew her bîst çar rʼûspî ber Yê ku li ser tʼext rʼûniştî deverʼûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e û tʼacêd xwe davîtine ber tʼext û digotin:


Hingê min dîna xwe dayê, min dengê gelek milyakʼeta bihîst ku dora tʼext, wan rʼuhʼbera û rʼûspîya girtibûn. Rʼeqema wan digihîşte bi hʼezara û mîlîyona.


Hingê ji rʼûspîya yekî minrʼa got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serkʼet û dikare her hʼeft morêd wê kʼitêbê jê rʼake û veke».


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Hingê Îsa pʼaristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji kʼu me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser rʼastîyê ye, hûn Wî nas nakin.


Petrûs ku ev yek dît, cimeʼtêrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê eʼcêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêrʼin? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêpʼaristîya xwe ew da gerʼê?


Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan kʼincêd xwe nelewitʼandine. Ewê bi kʼincêd çîle-qerqaş tʼevî Min bigerʼin, çimkî ewe hêja ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite