Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 6:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê sîyarê wî Mirin bû, Dîyarê Mirîya pey wî dihat. Hʼukum wîrʼa hate dayînê ser pʼareke ji çar pʼarêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayîyê, nexweşîya hʼal û rʼeʼwirêd dinyayê wan bikuje.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Hingê min dît, va ye, hespekî kimêt ku navê siwarê wî Mirin bû. Diyarê miriyan li pey wî dihat. Li ser çaryeka dinyayê desthilatî ji wî re hat dayîn, da ku bi şûr, bi xelayê, bi mirinê û bi heywanên dehbe yên dinyayê wan bikuje.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Мьн дина хԝә дайе, ва һәспәки шиноԛи, кӧ наве сийаре ԝи Мьрьн бу, Дийаре Мьрийа пәй ԝи дьһат. Һʼӧкӧм ԝирʼа һатә дайине сәр пʼарәкә жь чар пʼаред дьнйайе, ԝәки пе шур, хәлайийе, нәхԝәшийа һʼал у рʼәʼԝьред дьнйайе ԝан бькӧжә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 مِن بَرخودا، ایجا، هَسبَگ گو رَنگه وه پوت بِبو! ناوه ساره وه مِرِن بو و عالَما مِریا دوو ویدا دِهاتن. چارادا یگ ژه قُدرَتا دُنیایه بُ وان هاته بو دایین گو بُگُژِن، بِ شمشیره، بِ خَلاییه، بِ نَساخیه و بِ حیوانه وَحشی سَر رویه عَردی.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 6:8
26 Referans Kwoze  

Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê.


Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin.


«Mirin, kʼanê qîlê jeʼra te? Mirin, kʼanê serkʼetina te?»


Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzman bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Heger ew kʼeremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê hʼeta rʼoja îroyîn bima.


Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke.


Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û eʼrdhʼejê bibin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite