Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 5:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Hingê min dîna xwe dayê, min dengê gelek milyakʼeta bihîst ku dora tʼext, wan rʼuhʼbera û rʼûspîya girtibûn. Rʼeqema wan digihîşte bi hʼezara û mîlîyona.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek milyaketan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һьнге мьн дина хԝә дайе, мьн дәнге гәләк мьлйакʼәта бьһист кӧ дора тʼәхт, ԝан рʼӧһʼбәра у рʼуспийа гьртьбун. Рʼәԛәма ԝан дьгьһиштә бь һʼәзара у милийона.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 هِنگه مِن بَرخودا، و مِن دَنگا گَلَک میلیاکَتا بیهیست گو دُرا وه تَختی و وان چار مَخلوقه ساخ و رِدین سِپیا بون. هَژمارا وان، دَه هزاران دَه هزار و هزاران هزار بو،

Gade chapit la Kopi




Peyxam 5:11
18 Referans Kwoze  

Lê hûn nêzîkî çʼîyayê Sîyonê bûne, wî bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma eʼzmana û nêzîkî wê kʼombûna rʼengîne milyakʼetêd bêhʼesab bûne, wê civîna nixurîyaye ku navêd wan li eʼzmana nivîsar e. Hûn nêzîkî Xwedê bûne, ku hʼakimê hʼemûya ye û nêzîkî rʼuhʼêd rʼasta bûne, yêd ku gihîştine kʼamiltîyê


Li ber tʼext tiştekî mîna beʼreke şûşe hebû, ku mîna xirûstalê zelal bû. Li dora tʼext, her alîkî çar rʼuhʼber hebûn, ku pêşîyê û paşîyêva çʼeʼvava tʼijî bûn.


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Hingê min deng bihîst, çawa dengê eʼlaleteke giran, mîna dengê xule-xula gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm ku digotin: «Halêlûya! Çimkî Xudan Xwedêyê meyî Hʼemû Zorayîyê dest bi pʼadşatîyê kir.


Hingê ew hʼemû milyakʼetêd ku li dora tʼext, rʼûspîya û wan her çar rʼuhʼbera girtibûn, ber tʼext deverʼûya çûne eʼrdê, serê xwe ber Xwedê danîn


Û wan her çar rʼuhʼbera digotin: «Amîn!» û rʼûspî deverʼûya çûn, serê xwe ber Wî danîn.


Hingê min dîna xwe dayê, wê goveka wî tʼextîda, kʼîjan her çar rʼuhʼber û rʼûspîya dorê girtibûn, Berxek sekinî bû, çawa ku serjêkirî be. Hʼeft stirûyêd Wî û hʼeft çʼeʼvêd Wî hebûn, Ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne, ku li tʼemamîya dinyayê hatine şandinê.


Henox jî ku pey Ademrʼa bavê hʼefta bû, bona van meriva pʼêxembertî kir û got: «Va ye Xudan tʼevî pîrozêd Xweye bêhʼesab tê,


Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne.


Min rʼeqema ordîyêd sîyarî bihîst ku dusid mîlîyon bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite