Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 3:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Ez vê tʼemîyê didime te: Zêrʼê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bikʼirʼe, wekî tu dewletî bî û kʼincêd çîle-qerqaş ji Min bikʼirʼe, ku li xwe kî, wekî şerma teʼzîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê çʼeʼva, ku li çʼeʼvêd xwe dî, wekî bibînî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Şîreta min li te ev e: Zêrê ku bi êgir hatiye safîkirin ji min bikirre, da ku tu dewlemend bibî; cilên spî ji min bikire, da ku tu li xwe bikî û şerma tazîbûna te bê nixumandin. Û dermanê çavan ji min bikire û li çavên xwe bide, da ku tu bibînî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Әз ве тʼәмийе дьдьмә тә: Зерʼе кӧ бь егьр һатийә сафикьрьне жь Мьн бькʼьрʼә, ԝәки тӧ дәԝләти би у кʼьнщед чилә-ԛәрԛаш жь Мьн бькʼьрʼә, кӧ ль хԝә ки, ԝәки шәрма тәʼзибуна тә бе ньхамтьне, ӧса жи дәрмане чʼәʼва, кӧ ль чʼәʼвед хԝә ди, ԝәки бьбини.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 اَز تَ نصیحت دِگَم تِ زِره گو بِ آگِری خالص بویَ ژه مِن بِکِری گو تِ دَولمَند بی، ژه مِن جِلِگه سِپی بِکِری، گو بِگَی بَر خودا و شَرمزاریا روتاتیا تَ نَیِتَ دیتِن و ژه مِن مَرهَمه بِکِری و چاوه خُوَ بِهَسویی گو تِ بِگاری بِبینی.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 3:18
34 Referans Kwoze  

«Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!»


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Bona li xwekirinê kʼitanê birqokî paqij jêrʼa hate dayînê». (Ew kʼitan nîşana kirinêd cimeʼta Xwedêye rʼast in.)


Hingê ji wan rʼûspîya yekî minrʼa got: «Evêd ku çuxêd çîle-qerqaş wergirtî ne, ew kʼî ne û ji kʼu derê hatine?»


Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Eʼrdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî eʼrdî dikʼirʼe.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Tu dibêjî: ‹Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet hʼewcê tʼu tiştî nîme›. Lê tu nizanî ku tu meʼrim, rʼeben, belengaz, kor û teʼzî yî.


Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in.


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


wekî, gava em wê xwe wergirin, bê sitʼar kʼifş nebin.


Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê tʼop dike û pê Xwedê dewletî nabe».


Lê serwaxta caba wan da û gotin: ‹Na xêr, ev rʼûn wê tʼêra me û we neke. Qenc e ku hûn herʼine cem yêd ku difiroşin xwerʼa bikʼirʼin›.


Bira qencîya bikin, bi kirinêd qenc dewletî bin, merʼd bin û pʼarevekirinêrʼa jî hazir.


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite