Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 3:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Ez haş ji kirêd te heme, tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu yan sar bûyayî yan jî germ.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Ez bi kirinên te dizanim, tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu an sar an germ bûyayî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Әз һаш жь кьред тә һәмә, тӧ нә сар и у нә жи гәрм и. Хԝәзи тӧ йан сар буйайи йан жи гәрм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 اَز عمله تَ دِزانِم: تِ نه ساری نه گَرم. خازی تِ آن سار بای آن گَرم!

Gade chapit la Kopi




Peyxam 3:15
23 Referans Kwoze  

xîretêda xwerʼanedîtî nîbin, rʼuhʼê xweda alav din, xizmetkʼarîya Xudan bikin,


Tʼu kes nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin.


Ew merivê ku ser du niga dikule, hʼemû gavêd xweda ne ser ya xwe ye.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu mîna berê Min hʼiz nakî.


Ji dest zêdebûna neheqîyê hʼizkirina geleka wê sar be.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.


Ewê ku bavê xwe yan dîya xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e. Ewê ku kurʼê xwe yan qîza xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e.


Milyakʼetê civîna Sardeysêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft rʼuhʼêd Xwedê û hʼeft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê rʼast tu mirî yî.


Ez haş ji kirêd te, xebata te û sebira te heme. Ez zanim ku tu nikarî li xiraba tʼeʼmûl kî. Te ew jî cêrʼibandin, yêd ku xwe şandî hʼesab dikin, lê rʼast ne usa ne, te dît ku ew derewîn in.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa».


Lê çimkî tu golî yî, ne sar î û ne jî germ, Ezê te ji devê xwe birʼêjim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite