Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 22:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Îdî tiştê nifirʼlêbûyî li wir wê tʼunebe. Tʼextê Xwedê û yê Berx wê nav bajêrda be û xulamêd Wî wê jêrʼa xizmetkʼarîyê bikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Êdî tiştê nifirlêbûyî wê qet nebe. Textê Xwedê û Berx wê di nav bajêr de be û xulamên wî wê xizmetê ji wî re bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Иди тьште ньфьрʼлебуйи ль ԝьр ԝе тʼӧнәбә. Тʼәхте Хԝәде у йе Бәрх ԝе нав бажерда бә у хӧламед Ԝи ԝе жерʼа хьзмәткʼарийе бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 ایدی وِدَره چه دِشده لعنت بویی چِنابیت. تَخته خدا و وه بَرخِگه دیه وِدَره بیت و خُلامه وی دیه وی پَرستِش گَن.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 22:3
20 Referans Kwoze  

Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!›


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,


bi dengekî bilind dikirine gazî digotin: «Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser tʼext rʼûniştî ye û ji destê wî Berxî ye».


Heger Xwedê pê Wî hate rʼûmetkirinê, Xwedê jî wê pê Xwe Wî rʼûmet ke û zûtirê wê Wî rʼûmet ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite