Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 22:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Li her du alîyêd çʼêm dara jîyînê hebû, ku donzdeh cûrʼe ber danî û her meh berê xwe dida. Belgêd wê darê bona qencbûna mileta bûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Li herdu aliyên çem dara jiyanê hebû; diwanzdeh cûreyên fêkî pê ve tê û ew her meh fêkiyê xwe dide. Û pelên darê ji bo saxbûna miletan in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Ль һәр дӧ алийед чʼем дара жийине һәбу, кӧ донздәһ щурʼә бәр дани у һәр мәһ бәре хԝә дьда. Бәлгед ԝе даре бона ԛәнщбуна мьләта бун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 و ژه ناوَگا خیاوانا شَهری دا دَرباز دِبو. هر دو آلیه چَمه دارا ژیانه هَبو، بِ دانزدَه جورَ اِرمیشا گو هر هَویه اِرمیش دِدا. پَلگِت داره بُ شفا گِرتِنا مِلَتا بو.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 22:2
20 Referans Kwoze  

Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Û heger yek ji xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda tiştekî kêm ke, Xwedê jî wê pʼara wî ji dara jîyînê û ji Bajarê Pîroz kêm ke, bona kʼîjana vê kʼitêbêda nivîsar in.


Milet wê rʼonaya wîda bigerʼin û pʼadşêd dinyayê wê rʼewş-rʼûmeta xwe bînine nava wî.


Her donzdeh dergeh donzdeh durʼ bûn, her derîk ji durʼekî bû û meydana bajêr ji zêrʼê xasî mîna şûşê zelal bû.


«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite