Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 22:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Û heger yek ji xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda tiştekî kêm ke, Xwedê jî wê pʼara wî ji dara jîyînê û ji Bajarê Pîroz kêm ke, bona kʼîjana vê kʼitêbêda nivîsar in.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Û eger mirovek ji peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê derxe, Xwedê wê para wî ji dara jiyanê ya ku di vê kitêbê de nivîsî ye û ji Bajarê Pîroz derxe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 У һәгәр йәк жь хәбәред пʼехәмбәртийейә ве кʼьтебеда тьштәки кем кә, Хԝәде жи ԝе пʼара ԝи жь дара жийине у жь Бажаре Пироз кем кә, бона кʼижана ве кʼьтебеда ньвисар ьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 و هَگو مِرُوَگ دِشدَگه ژه قِسه کِتِبا وه نَبوَته گِم گَت، خدا دیه اَوی ژه دارا ژیانه و وه شَهره مُقدس گو وه کِتِبه دا راستا واندا هاتیَ نِویسین، به پار بِهلیت.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 22:19
24 Referans Kwoze  

Wey li we qanûnzana, ku we kʼilîta zanebûnê hildaye. Ne hûn kʼetinê û ne jî we hiştîye yêd ku dixwazin bikʼevinê».


Li her du alîyêd çʼêm dara jîyînê hebû, ku donzdeh cûrʼe ber danî û her meh berê xwe dida. Belgêd wê darê bona qencbûna mileta bûn.


Min dîna xwe dayê, va ji eʼzmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê.


Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd pʼêxembertîyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e.


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm û xelata Min destê Minda ye, wekî anegorî kirinêd her yekî bidime wî.


Ewê ku serkʼeve Ezê wî pʼaristgeha Xwedêyê Xweda bikime stûn û ewê îdî dernekʼeve derva. Ezê li ser wî navê Xwedêyê Xwe, usa jî navê bajarê Xwedêyê Xwe, awa gotî navê Orşelîma nû binivîsim, ya ku ji Xwedêyê Min ji eʼzmên wê bê xwarê û Ezê navê Xweyî nû jî binivîsim.


Hingê min ji eʼzmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». Rʼuhʼ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe rʼihʼet bin, çimkî kirêd wan tʼevî wan diçin».


Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Ewê ku serkʼeve û hʼeta xilazîyê kirêd li gora dilê Min bike, Ezê wî hʼukumê ser mileta bidime wî, kʼîjan Min ji Bavê Xwe hildaye û ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, mîna firaqêd çʼinî wê bipʼişirîne.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve ji mirina duda wê qet zirarê nebîne.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Lê hʼewşa pʼaristgehêye derva bihêle û wê çap neke, çimkî ew pʼûtpʼaristarʼa hate dayînê. Ewê Bajarê Pîroz çil du meha bin pʼîyada pʼêpes kin.


Hingê Ewî li ser tʼext rʼûniştî got: «Va Ez her tiştî nû çêdikim». Û minrʼa got: «Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rʼast in».


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite