Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 22:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Ez şeʼdetîyê didime her kesê ku xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda dibihê: Heger yek tiştekî ser vanda zêde ke, Xwedê jî van belayêd ku vê kʼitêbêda nivîsar in wê ser wîda zêde ke.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Ez ji her kesê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê dibihîze re şahidiyê dikim: Eger mirovek tiştekî li ser van zêde bike, Xwedê wê van belayên ku di vê kitêbê de nivîsî ne bîne serê wî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Әз шәʼдәтийе дьдьмә һәр кәсе кӧ хәбәред пʼехәмбәртийейә ве кʼьтебеда дьбьһе: Һәгәр йәк тьштәки сәр ванда зедә кә, Хԝәде жи ван бәлайед кӧ ве кʼьтебеда ньвисар ьн ԝе сәр ԝида зедә кә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 اَز، هُشداره دِدَمَ هَچی کَسه گو قِسه نَبوَته وه کِتِبه دِبیهیسیت: هَگو مِرُوَگ دِشدَگه سَر قِسه وه کِتِبه زِدَ گَت، خدا اَو بَلایه گو وه کِتِبه دا هاتنَ نِویسین دیه سَره ویدا بینیت،

Gade chapit la Kopi




Peyxam 22:18
23 Referans Kwoze  

Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd pʼêxembertîyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e.


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!»


Hingê min li eʼzmên nîşaneke dine mezin û ecêb dît, hʼeft milyakʼetêd xweyê hʼeft belayêd axirîyê pê kʼîjana wê xezeba Xwedê bihata sêrî.


Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Her dara ku Bavê Minî Eʼzmana daneçʼikandîye, wê ji kʼokêva bê rʼakirinê.


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


Ew her hʼeft milyakʼetêd xweyê her hʼeft bela ji pʼaristgehê derkʼetin. Kʼitanêd paqije birqok li wan bûn û melaxtêd zêrʼîn li sîngêd wan bûn.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan birêd te pʼêxembera û wan hʼemûya me, yêd ku xeberêd vê kʼitêbê xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne».


Serda jî minrʼa got: «Xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda veneşêre, çimkî wext nêzîk e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite