Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 22:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Ruh û bûk dibêjin: «Were!» Û yê dibihîze bila bêje: «Were!» Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Рʼӧһʼ у бук дьбежьн: «Ԝәрә!» Әԝе кӧ дьбьһе бьра бежә: «Ԝәрә!» Әԝе кӧ тʼи йә бьра бе, әԝе кӧ ава жийине дьхԝазә бьра беһәԛ бьстинә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 رِحا خدا و بوگ دِبِژِن: «وَرَ!» بِلا اَوه گو دِبیهیسیت بِژیت: «وَرَ!» بِلا اَوه گو تِرنیَ بِت؛ بِلا اَوه گو داخازی هَیَ، ژه آوا ژیانه مفتَ بِستِنیت.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 22:17
29 Referans Kwoze  

Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide».


Usa jî gote min: «Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî. Ezê yêd tʼî, ji kanîya ava jîyînê bêheq bidime vexwarinê.


Rʼoja xilazîyê, rʼoja cejinêye here eʼzîz, Îsa sekinî û bi dengekî bilind got: «Heger yek tʼî ye, bira bê cem Min û vexwe.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî Kʼî ye ku terʼa dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te».


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Min dîna xwe dayê, va ji eʼzmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê.


Lê ji kʼerema Wî, bi azakirina Mesîh Îsa rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin.


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Me ne ku rʼuhʼê vê dinyayê standîye, lê ew Rʼuhʼê ji Xwedê, wekî em wan tiştêd ji Xwedêda merʼa dayî feʼm bikin.


«Werin Wî merivî bibînin, Yê ku hʼemû tiştêd ku min berê kiribûn minrʼa gotin. Gelo Ev e Mesîh?»


Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, tiştekî Teyî ku Tu pê avê bikʼişînî tʼune û bîr jî kʼûr e! De îjar Tê ava jîyînê ji kʼu derê bînî?


Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».


Hingê min ji eʼzmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». Rʼuhʼ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe rʼihʼet bin, çimkî kirêd wan tʼevî wan diçin».


Ev yek ku bihîstin, her du şagirt pey Îsa çûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite