Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 21:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Min dîna xwe dayê, va ji eʼzmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Min dît ku Bajarê Pîroz, Orşelîma nû wek bûka ku ji bo mêrê xwe hatiye xemilandin, ji nav ezmên ji Xwedê dihat xwarê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Мьн дина хԝә дайе, ва жь әʼзмен Бажаре Пироз, Оршәлима ну мина букәкә хеликьри бона дәргистийе хԝә хәмьли жь Хԝәдеда дьһатә хԝаре.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 و مِن اَو شَهره مُقدس دیت، اورشلیما تازَ، گو ژه اَسمانی گَل خدادا ژُردا دِهات و بینا بوگَگه گو بُ مِره خو هاتیَ خَمِلاندِن، حاضِر بِبو.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 21:2
28 Referans Kwoze  

Çimkî ew hîvîya wî bajarê xweyîrʼikʼinê miqerʼm bû, eʼfirandar û avakirê kʼîjanî Xwedê ye.


Ewê ku serkʼeve Ezê wî pʼaristgeha Xwedêyê Xweda bikime stûn û ewê îdî dernekʼeve derva. Ezê li ser wî navê Xwedêyê Xwe, usa jî navê bajarê Xwedêyê Xwe, awa gotî navê Orşelîma nû binivîsim, ya ku ji Xwedêyê Min ji eʼzmên wê bê xwarê û Ezê navê Xweyî nû jî binivîsim.


Hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, wî ez birime ser çʼîyakî mezinî bilind û Bajarê Pîroz, Orşelîm nîşanî min da, ku ji eʼzmên Xwedêda dihate xwarê.


çimkî merʼa li vir bajarekî hʼîmî tʼune, lê em hʼizreta wî bajarî ne, yê ku wê bê.


Lê hûn nêzîkî çʼîyayê Sîyonê bûne, wî bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma eʼzmana û nêzîkî wê kʼombûna rʼengîne milyakʼetêd bêhʼesab bûne, wê civîna nixurîyaye ku navêd wan li eʼzmana nivîsar e. Hûn nêzîkî Xwedê bûne, ku hʼakimê hʼemûya ye û nêzîkî rʼuhʼêd rʼasta bûne, yêd ku gihîştine kʼamiltîyê


Û heger yek ji xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda tiştekî kêm ke, Xwedê jî wê pʼara wî ji dara jîyînê û ji Bajarê Pîroz kêm ke, bona kʼîjana vê kʼitêbêda nivîsar in.


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Lê hʼewşa pʼaristgehêye derva bihêle û wê çap neke, çimkî ew pʼûtpʼaristarʼa hate dayînê. Ewê Bajarê Pîroz çil du meha bin pʼîyada pʼêpes kin.


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye.


Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite