Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 2:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 Bi tenê heta ku ez bêm, tiştê ku bi we re ye hişk bigirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 ле тʼәне чи ԝә һәйә ԛәԝин бьгьрьн, һʼәта кӧ Әз бем.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 تِنه حَتا وقته گو اَز تِم، هَچی دِشدا گو وَ هَیَ قاهیم خُدان گَن.

Gade chapit la Kopi




Peyxam 2:25
16 Referans Kwoze  

Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî tʼu kes tʼacê te nestîne.


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!»


De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gurʼa wan tişta bike û tʼobe ke. Lê heger tu hʼişyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê kʼîjan sihʼetêda ser teda bigirim.


De em wê gumana ku em îqrar dikin qewîn bigirin û ji cî nehʼejin, çimkî amin e, Ewê ku soz daye.


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin.


Hʼizkirina we hʼilekʼarî nîbe, ji xirabîyê zivêr bin, xwe li qencîyê bigirin.


Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.


Lê Rʼoja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê eʼzmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin pʼerʼê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herʼin.


Her car, gava hûn vî nanî bixwin û ji vê kʼasê vexwin, mirina Xudan bikine dengî, hʼeta hatina Wî.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite