Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Peyxam 2:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Milyakʼetê civîna Tîyatîrayêrʼa binivîse bêjê: Kurʼê Xwedê aha dibêje, Yê ku çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir in û nigêd Wî mîna wî sifirê xasî ku dibiriqe:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 «Ji milyaketê civîna bawermendên Tiyatîrayê re binivîse: ‹Kurê Xwedê yê ku çavên wî wek pêta êgir in û lingên wî mîna wî tûncê xas ê ku dibiriqe, van tiştan dibêje:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Мьлйакʼәте щьвина Тийатирайерʼа бьньвисә беже: Кӧрʼе Хԝәде аһа дьбежә, Йе кӧ чʼәʼвед Ԝи мина алава егьр ьн у ньгед Ԝи мина ԝи сьфьре хаси кӧ дьбьрьԛә:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 «بُ میلیاکَته کلیسایا شَهره تیاتیرایه بِنویسَ: «گوره خدا گو چاوه بینا آگِره گُر هَنَ و پِیه وی بینا برُنزه هاتی سُرگِرِنِن، وِسا دِبِژیت:

Gade chapit la Kopi




Peyxam 2:18
22 Referans Kwoze  

ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.


Yê ku bawerîya xwe Wî bîne, dîwana wî nabe, lê ewê ku bawerayî xwe Wî nayne, îdî dîwana wî bûye jî, çimkî ewî bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedêyî tayê tʼenê neanî.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


Gava rʼîya xweda diçûn, ew gihîştine avekê û nemêr got: «Va ye av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?»


kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.


Lê belê Ez we, yêd mayînrʼa dibêjim ku Tîyatîrayêda ne, lê pey vê hînkirinê nekʼetine, ew ‹Surʼêd mîrêcine kʼûr› nizanin çawa ku ew dibêjin. Ez barekî din nadime ser milê we,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite